BIST 100
14.307,76 2,65%
DOLAR
46,2781 0,02%
EURO
53,7358 0,36%
GRAM ALTIN
6.460,05 2,91%
FAİZ
41,76 -2,36%
GÜMÜŞ GRAM
105,09 3,80%
BITCOIN
65.633,00 2,60%
GBP/TRY
62,1757 0,18%
EUR/USD
1,1606 0,33%
BRENT
83,08 -4,87%
ÇEYREK ALTIN
10.562,18 2,91%
Diyarbakır Açık
Diyarbakır hava durumu
29 °
  • ANASAYFA
  • GÜNDEM
  • İbrahim Şahin: Têkilîya dengbêjiyê bi adet, merasim û mekanên civakî re

İbrahim Şahin: Têkilîya dengbêjiyê bi adet, merasim û mekanên civakî re

IMG_8854

Huner û çanda dengbêjiyê, mîna qeydeke dîrokî ya ji serboriyên gel afiriye, dengê herî resen û şahidê rûdanên kurdan e ku dîrokê di gerdûna her meqamê kilamekî de zindî dihêle. Ev kevneşopiya ji salên dûr domandiye di her serdemê de bi mekan, adet û merasimên civakî re di nav têkiliyeke nêz de bûye. Di serdemên dîrokî de, cih û qadên îcrakirina dengbêjiyê li gorî şert û mercên polîtîk û civakî teşe girtine û hatine guhertin. Dengbêjî ku di serî de di qadên kevnişopî yên mîna dîwanên gundan, dawet û şahiyan de hebûna xwe diparast, piştre di bin sîwana parastina olî û çandî de li mizgeft û medreseyan cih girtiye. Di serdemên dawî de jî tevî her cûre qedexe û polîtîkayên asîmîlasyonê, ev çand ji gundan ber bi bajaran ve veguheziye û qehwexaneyên bajaran wekî platformên nû yên îcrayê derketine holê. Em ê bi hev re çavakî li ser vê veguherîna mekanan bigerîne ka dengbêjiyê çawa di nav van mekanên cihêreng de fonksiyona xwe ya civakî û parastina nasnameyê berdewam kiriye.

Koka vê hunerê berî her tiştî li qadên civakî yên gund, êl û eşîran şîn bûye. Huner û çanda dengbêjiyê wekî hemû beşên edebiyata devkî yên din, bi mekan û adetên civakî ve yekser girêdayî ne. Yek ji wan mekanên herî girîng dîwan in. Dîwan cihê suhbetê, cihê nîqaş, şêwir û mişêwreya pirsgirêkên civakî, cihê parastin û qewîkirina urf, adet û pêwendiyên civakî bûn ku mirov tê de kom dibûn. Ew dîwan gelek caran vedeguherîn dîwanên dengbêjiyê. Ji bilî dîwanên mîr, serokeşîr û xanedanan, her maleke gundiyan jî bo dîwanên dengbêjiyê mekanek bû ku zêdetirîn di malan de dengbêjî hatiye kirin.

Ev çanda dîwanan bi taybetî di merasimên dawet û şahiyên kurdan de, wekî adeteke kevnar her tim hatiye lidarxistin. Her maleke bûk û zava, ji bo rûmetdarkirina daweta xwe, dengbêjekî navdar vedixwandin şahiya xwe. Piştî govendê, êvaran dîwana dengbêjiyê di mala dawetê de dihat lidarxistin û heta saetên dereng ên şevê berdewam dikir. Ew dîwanên dawetan carinan dibûn qada pêşbaziya dengbêjiyê. Dengbêjên ku ji aliyê malbata bûkê ve hatibûn vexwandin û yên ku ji aliyê malbata zavê ve dihatin, li ber guhdaran dihavêtin ber hev û bi vî awayî diketin lecê. Ev pêşbaziya dengbêjan a li dîwanên curbecur, dibû sedemek ji bo motivasyon û afirîneriya dengbêjan û hem jî dibû sedema zêdebûna eleqe û peywendiya civakî ya bi dengbêjiyê re. Bi vî awayî jî dengbêj li gelek herêman digeriyan û kilamên wan û terzên wan bi navê wan re ji deverekê derbasî devera din dibûn.

Di dîwanên kevnişopî yên gundan de gelek caran kilamên nû diafirin. Sînerjiya ku di navbera performansa dengbêj û eleqeya guhdaran de peyda dibû, dibû sedema çêbûna kilamên nû. Gava dengbêj dikişiya wê asta ku dengbêj jê re "kelandin" dibêjin, dikete nav xeyal û afirîneriyeke împrovîze. Bi vî rengî gelek kilamên din jî ava bûne. Pêşbirk û avêtina berhev a dengbêjan jî gelek caran bi xwe re kilamên nû anîne. Lewra wan di bersivdayîn û vegerandina li dengbêjên pêşberî xwe de, edebiyateke ji peyvên efsûnî û kemilî diafirandin. Hunera dengbêjan a împrovîzasyonê bi serê xwe têra pesindayîn û dengvedana di nav civatê de dikir. Wekî ew avêtina berhev ya dengbêjan bi serê xwe dibû kilameke, her weha hatina pêşberî hev a dengbêjan ji aliyê dengbêjên din ve jî dibû kilameke nû. Ji ber vê yekê, mirov di nav arşîva dengbêjiyê de rastî gelek kilamên bi vî rengî tê; wekî kilamên "Evdal û Şêx Silê", "Feqî û Keçik" û "Evdal û Gulê" û gelekên din.

Dema ku şert û mercên polîtîk li Kurdistanê giran dibûn, piştgiriya medrese û seydayên medreseyan ji bo dengbêjiyê bêtir bûne. Dengbêjî, hinek caran di mizgeft û medreseyan de jî hatiye îcrakirin. Medreseyên ku tê de perwerdeya mijarên olî dihate kirin, dersên Quranê û klasîkên kurdî dihatin dayîn, deriyên xwe ji bo dengbêjan her daîm vekirî hiştine. Dengbêjî ji aliyê melayên medreseyan ve wekî beşeke bingehîn a edebiyata kurdî hatiye dîtin û rûmeteke mezin pê hatiye danîn. Mirov di vê kontekstê de li her deverê rastî têkiliyeke taybet a di navbera dengbêj û seydayên medreseyan de tê. Seydayê medreseyê, yê ku Dengbêj Huseyno di zaroktiya xwe de tê de feqîtî kiriye, ji ber xweşiya dengê wî û hunera wî ya dengbêjiyê, jê daxwaz kiriye ku ew dev ji feqîtiyê berde û dengbêjiyê bike. Nimûneyên bi vî rengî yên di nava têkiliya dengbêj û medreseyan de, li her herêmê peyda dibin. Wekî nimûneyeke din a bi vê mijarê re girêdayî; Dengbêj Reso her rojên înê di medreseyan de dîwanên dengbêjiyê li dar xistine û ji feqiyan re kilam gotine. Her wekî din, Dengbêj Huseyno jî gelek caran bi Dengbêj Sidiqê Resûla û Fêrikê Borezan re li mizgefta gundê Resûla yê girêdayî Kopa Mûşê, dîwanên dengbêjiyê li dar xistine û kilam gotine. Hêjayê gotonê ye ku mirov navê dengbêjên wekî Mele Eliyê Licî, Evdilkerîmê Wanê, Feqîyê Qizqapanê, Mele Nûro jî bikelimîne, lewra ew hemû ji çanda medreseyê hatine û di dîwanên dengbêjiyê de rûniştine.

Ev dîwanên dengbêjiyê ku di gund û merasîman de wezîfeyeke mezin girtibûn, wezîfeyeke terapî ya civakî jî pêk dihanîn. Kilamên li ser êş, evîn û xemgîniyê, di dîwanan de derfetê didin mirovan ku bi hestên xwe re rû bi rû bimînin û pirsgirêkên xwe yên derûnî derman bikin. Ev yek gelek caran ketine qeydên dengbêjan jî. Sermeselê, di bandeke Dengbêj Huseyno de, piştî gotina kilameke evînî, guhdarekî ku wê dîwanê amade ye, ji ber heqareteke ku li jina xwe kiriye, bi wê firsendê poşmaniya xwe tîne ziman û weha dibêje: "Huseyn, min jî dilê Gulê ji xwe hişt, ez ê herim dilê wê dîsa bigirim." Wekî vê mînakê ew qadên dengbêjiyê mîna çarşevên terbiyeya exlaqî, şiyarkirina wijdanê ya civakî û sererastkirina xeletiyên mirovî kar dikirin û li xwe didan ponijandin.

Di qonaxa dawî ya vê rêwîtiya dîrokî de, ev çand bi koçberî û guhertina civakî re ji gundan ber bi bajaran ve herikî û mekanên xwe yên nû afirand. Di serdema dawî de, li gel dîwanên malan, qehwexaneyên bajaran jî wekî mekanên nû ji bo îcrakirina dengbêjiyê derketine holê. Li bajarên wekî Amed, Mûş, Bîngol û Xarpêtê platformên taybet ên dengbêjiyê di qehwexaneyan de hatine lidarxistin. Her çiqas ev mekan di pêvajoya dîrokî de ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser ziman û çanda kurdî her tim bi xetereyên polîtîk û qanûnên cezakirinê re rûbirû mabûn û hatibûn qedexekirin jî, bi alîkariya nobedarên ku li dora qehwexaneyan disekinîn û li hatina mifrezeyên dewletê dipan, dîwanên ji gel re vekirî pêk hatine. Wekî nimûneya vê mijarê; di dawiya salên 1980an de li qehwexaneyeke dengbêjan a li bajarê Amedê dîwaneke dîrokî hate lidarxistin. Di bin sîwana komîteya jûrî de ku Mehmûd Qizil jî tê de bû, dengbêjên navdar ên mîna Şakir, Mehmûdê Hesê, Evdilhadî û Huseynê Farê ketin lecê û li gorî asta hunera xwe hatine rûmetdarkirin.

Çanda dengbêjiya dîwanê, bi taybetî ji salên 1950an heta salên 1990î, bi rêya qeydên teyîb û bandan di nav malê kurdan de arşîveke dîrokî ya bêhempa ava kiriye. Lê belê, ev çanda dîwanên klasîk di salên nodî de ji ber guherînên teknolojîk û şert û mercên nû yên civakî hêdî hêdî bi dawî bû. Her çend di serdemên berê de dîwanên mîr, xanedan, malê gundan, dawet û şahiyên kurdan, Camî û medreseyên kurdan û qehwexaneyên bajaran mazûvaniya vê çandê kiribin jî, îro malîvanên çanda dîwanê êdî bi wî rengî tune ye. Îro hunera dengbêjiyê, li ser koka xwe ya resen, rûberê xwe guhertiye û daheriziye beşeke muzîka kurdî. Êdî ew li ser platformên medyaya civakî di hewldana xweparastinê de ye û xwe di gerdûneke dîjîtal de her dubare dike.

YORUM YAP

Yorum yapabilmek için kuralları kabul etmelisiniz.
Yeni bir yorum göndermek için 60 saniye beklemelisiniz.

Henüz bu içeriğe yorum yapılmamış.
İlk yorum yapan olmak ister misiniz?