
Di diroka Cîhanê da, dagirkera her tim zimanê neteweyên jêrdesta û bindest kirine armanca xwe. Ziman qedxe kirine, zimanê xwe li ser bindesta ferz kirine. Di vê serdemê da, li Cîhanê, li gelek welata bi fermî zimanên çêkirî, zimanên ferzkirî û zimanên xwezayî hene. İro di nava gelek neteweya da zimanê fermî ne zimanê wan yê xwezayî ne. Di dewletên pir netewe da pir zimanî û zimanên ji hev cûda jî hene û di Cîhanê da gelek dewletên neteweyî hene bi zimanê xwe yê xwezayî ne. Cihê dax û xemgînîyê ye, di hindek welata da zimanê fermî zimanê dagirker û xwînmêjên wa ne. Lê heyf û mixabin jîyan bi hemû neheqî û bêdadîya dome dike.
Di diroka berî zayînê da, li rojhilata navîn, cara yeke, dewleta Asurîya zimanê neteweyên xistîne bin desthilatdarîya xwe qedxe kirine. Neteweyên xistîne bin desthilatdarîya xwe mihacir kirine, cih û warên wan yên çand û baweryê kirine cihên çand û bawerîya xwe. Mînak; li bajarê Mêrdînê dêra bi navê Dêrûlzahferan û li bajarê Şirnexê navçeya Hezexê dêra bi navê Dêrûlûmur ( bi zimanê Siryanî manastira Morgabrîyel ). Ev her du dêr berî zayînê cihê bawerya rojperesta bûn, Ango navendên bawerya Zerdeştîya bûn. Li jêrzemîna van dêra da mezelên ji bo spêdeya pêşwazîkirina rojê hene. Asurîya li wê serdema desthilatdarîya xwe da, ew cih ji xwe ra kirin navend û cihên bawerya xwe. Hê jî wekî dêr yan jî manastir tên bi kar anîn û bûne cihên navdar yên tûrîzimê.
Ji wê serdemê heta vê serdemê, dagirkera, welatên dagirkirî, zimanê wan qedxe kirine û zimanê xwe li ser wan ferz kirine. Wekî îro dagirkerên welatê me dagirkirî, zimanê me li me qedxe diken. Lê bi van neheqî û bêdadîya çu zimanên qedîm ji nav ne çûne û naçin. Her li ber xwe dane û li ber xwe didin. Wekî îro em ji bo zimanê xwe li ber xwe didin. Her çend zext û zordarîyek li ser zimanê me hebe û li bakurê Kurdistanê metirsî li ser zimanê me hebe jî, zimanê me na mire û dê bimîne. Ji ber zimanê me li çar dewleta û gelek deverên Cîhanê tê axaftin. Karen wêjeyê û zanistîyê pê tê kirin.
Vêca ez dê hindek mînaka ji wan welata bidim, yên di welatên wan da ne zimanê wan, zimanê dagirker û xwînmêjên wan zimanê fermî. Li piranîya dewletên Afrîqa’yê zimanê İngilîzî, Fransî û Portekîzî zimanên fermîne. Dewletên wekî Birîtanya, Fransa û Portekîzê li serdema mêtingerî û kolanyalîzimê zimanê xwe li ser welatên Afrîka’yê ferz kirine. Minak; Li welatê Nîjerya’yê û Ganada’yê zimanê fermî İngilîzî ye, li welatê Senegalê zimanê fermî Fransizî ye, li Mozambîkê zimanê fermî Portekîzî ye. Lê li van welata, gele bi zimanê xwe yê resen diaxivin. Hê jî li welatê Hindîstanê di fermîyetîyê da zimanê İngilîzî tê bi kar anîn.
Li Cîhanê zimanên nûjenkirî û çêkirî hene. Zimanên nûjenkirî piranî zimanên welatên Awrupîya ne. Ji bo zimanê xwe siviktir û bi sanahîtir bi kar bînin, sazîyên ziman yên wan welata xebat li ser ziman kirine. Ji bo zimamên hatîne çêkirin em dikarin du mînaka ji Rojhilata navîn bidin. Li Rojhilata navîn zimanê farisî û zimanê tirkî, zimanên ji zamanen welatên dewrûberê hatîne çêkirini. Zimanê farisî ji alîyê peyva ve ji sê zimana hatîye çêkirin. Zimanê farisî ji zimanê Kurdî Erebî û Tirkûmanî hatîye çêkirin. Zimanê tirkî jî, ji Kurdî Erebî û Tûrkûmanî hatîye çêkirin. Bi taybetî piştî damezrandina dewleta turkîya yê, sazîya ziman (Türk dil ve tarîh kurumu) li ser ziman xebitîye û tirkîya îro tê axaftin çêkirîye.
Dema mirov li dîroka wêjeyê dinêre. Di dîrokê da, bi zimanê tirkîya îro çû karen wêjeyê nabîne û çû berhemên bi zimanê tirkîya îro ne hatîne afrandin û çapkirin. Li serdema İmparatorîya Osmanîya, di kare wêjeyê da zimanekî tekil hatîye bi kar anîn û berhem hatîne afrandin. Li serdema osmanîya da nivîskarên wekî Nefî, Nabî, Bakî hemûya zimanekî tekel bi kar anîye û îro li tûrkîya yê ji wî zimanî ra dibêjin zimanê Osmanî ( Osmanlıca). Li turkîyayê xwînêrên vê serdemê ji wi zimani Osmanî tênagehin.
Cihê şanazîyê ye, me Kurda di serdemên bere da bi zimanê xwe kare wêjeyê kirîye û îro em bê dewlet bi zimanê xwe kare wêjeyê dikin, berhema di afirînin û çap dikin. Her weha di nava gele me da helwesteke baş ya parastin û bi karanîna ziman heye. Neteweperwerên me gelek biha û girîngî didin axaftin û parastina zimanê Kurdî. Ez bawer dikim û bi hêvî me dê zimanê Kurdî di paşerojê da bibe zimanekî fermî.


