
Kesên ji temenê zarokatîyê fêrî zimanê Kurdî ne bûy û dûvra fêrî zimanê Kurdî dibin, zû bi zû fêrî kûrahîya ziman nabin, ji wateya hindek peyva û heta gotinên pêşîya, temenê wan têra têgihan û felsefeya zimanê Kurdî nake. Lê kesên ji temenê zarolatîyê fêrî zimanê Kurdî buyî, têgihan û felsefeya kûr ya zimanê Kurdî dizanin. Ji ber wê hewceye her Kurdek zarokên xwe bi zarokatîyê fêrî zimanê Kurdî bike. Zimanê Kurdî di kûrahîya dirokê da ji bawerya Mîtraizmê, Ezdayetîyê, Zerteştîyê û Elewîtîyê xwedan felsefeyeke gelek kûre. Zimanê kurdî wekî îlmekkê ye, bi zanistîyê têr û tejî ye. Vêca werin em têgihan û felsefeya zimanê Kurdî ji serdema Somerîya heta îro hindekê vekolin.
Dema em li zimanê Somerîya dinêrin, em dibinin peyvên zimanê Somerîya û zimanê Kurdî heman peyvin. Ev jî tê wê wateyê, zimanê Kurdî, zimaneke ji wan zimana ye, yên di Cîhane da herî kevnare. Ango destpêka zimanê Kurd berî şeş (6000) hezar sala dest pê kirîye. Ji Neteweyên aramî, Ereb û Asurîya jî peyvên kurdî di nav zimanên xwe da bi kar anîne. Ez ji ber xwe van tişta na bejim, ji ber dîrokzanên zanîngehên başûrê Kurdistanê, dîrokzanên zanîngehên rojhilatê Kurdistranê û dîrokzanên Farisa lêkolîn di vê mijarê da kirine. Ji van lêkolîna ferhenga Kurdî Somerî derxistîne. Nivîskar û lêkolînerê hevalê min Nezîr OCAK Ji tîpên aramî ji bo tîpên latînî xebitîye û wergêr çêkirîye.
Ji zimanê Somerû û zimanê Kurdî çend mînaka li jêr destnîşan dikem..
Somerî : Kurdî :
- Egar Eger
- Etav Tav- hetav
- Awir Awir- lênêrîn
- Agirka Ar- agir
- Tor Tor- tora masî girtinê
- Dar nar Darhinar
Em dikarin bi hezaran minakên wekî van minaka diden
Têgihan û felsefeya Pîr, Hizirvan Sofî û Derwêşên mezra bota bûye bingeha têgihan û felsefeya zanistî û zanyarîya Yewnana kevnar û Roma ya kevnar. Di her peyvekê da hest, hîskirin û wateyeke kûr heye. Di her peyvekê da tesfîrek û şirovekirinek heye, di hemû peyvên mijara wan nêzî hev hevahengîyek heye. Mînak; Karwan, karsaz, karker. Hemû bi tîpên K û A yê dest pê dikin, hemû bi kar û xebitînê eleqedarin, Minaka duyê; Ba, Baran, Bafir, Bahoz, Bablisok, Bahoz. Em dibinin peyvên baxorana (metorolojî) Kurdî, hemû bi tîpa B û A des pê dikin. Zanistîya di baxorana ( metorolojî ) Kurdî da, zanyarên baxoranê (metorolojîyê ) yên vê serdemê jî di pejirînin. Guherîna seqayê hewa bi ba çêdibe. Em dikarin bi hezaran mînakên wekî van mînaka biden. Xwiya dibe çawa hevwateyî û hevahengîyek di nava van pey û nava da heye. Ya herî girîng ev zimane ne encama xebatekê ye û afrênêrîya çû zanyara ye. Ev ziman bi xwezaya xwe çêbûya û çû kar û xebat li ser ne hatîye kirin.
Em bi navlêkirina zanaya dest pê bikin. Di çanda me Kurda da, bi qedir û bihapêdana zanistîyê nav li kesa kirine û bi wan navên watedar, ew kes di nava gel da, bi berpisyarîyê hatine erkdar kirine. Mînak; Pîr ango kesê xwedan têgihan û tecrûbeya fêrbûna temenekê. Pîr di bawerya Zerdeştî, Ezdatî û Elewîyetîyê da hatine bi qedir kirine. Sofyetî kesên di îlmekê da gihaye asteke pêşketî, Derwêş kesê bi geryanê fêrî dinyadarîyê jîn û jiyanê buy. Dengbêj; kesê serpêhatîyên di nava gel da çêbûy wekî berhemekî hûnerî û edebî afrênêrîyê dike. û hewd.
Hindek peyv hene, wateya wan gelek kûre. Minak ; Bêbav, Bext û Bêbext, Sêwî, Qewil. Ev peyve ewqas watedarin, mirov dikare bêje ev peyv mijara, lêkolîn û dûvçûnên zanistîyê ne. Dema em li wateya wan binêrê;
Bêbav; Wateya wê ew kesin, yên bavên wan zû mirî, ji şîret, piştevanî û xwedi lê derketina bavekê mayîne bê par, ji ber van sedema ew kesên mayîne bê bav direng fêrî jîn û jîyanê dibin, jiyana wan bi zorê û zehmetîya ne, her tin serbi bela û arîşe ne.
Bext û Bêbext; wateya wê Peymane, Ehde, Soze, Doze, Rûmete, Bîr û bawerî ye. Bêbext ji van nirxa bê pare. Li dema şoreşa başûrê Kurdistanê da, dema leşkerê Saddam ne di xwestin xwe teslîmî Pêşmergeye bikin, pêşmergeya digot bext ji we ra, wê deme xwe teslîmî pêşmergeya dikir û pêşmergeya ew bi selametî di gihandine malbatên wan. Bext peymaneke ehlaqî wijdanî û bi rûmeta mirov ve girêdayî ye.
Sêwî ; wateya wê ew kesin yên dayîka wan zû mirî, ji destpêka zarokatîyê ji viyan hembêzkirın û heskirin, ji qedir û bihapêdana dayîkê mayîne bê par, ew kes di jîyana xwe da wekî dara şkestî ne û mexdûrên dinyayê ne. Evin û heskirin ji temenê zarokatî ve di hûndûrê wan da gihgîr ne bûye.
Qewil ; wateya wê em dikarin bejin bingeha ferhenga jîn û jiyanê ye. Di jîyê mirova da, di her asta temen armancekê têgihanê heye. Ji zarokatîyê heta baliq bûnê, ji baliq bûnê heta xortanîyê, ji xortanîyê heta serwext bûnê, ji serwext bûnê heta kalbûnê, di her asta temen da têgihana jîn û jiyanê ye. Ev têgihane di diroka gele Kurd da heye, piranî yên xwedan bawerîya Ezdayetîyê, hê jî vê têgihanê wekî xwedî lê derketin û şîretên perwerdekirina nifşê nû bin av dikin.
Mixabin ji ber em bê dewlet û desthilatdarin, em nikarin nifşê xwe yê nû di çanda xwe ya qedim û felsefeya Zimanê Kûrdî ya kûr têbigehînîn, Mixabin ji ber em bê dewlet û desthilatdarin, me ne kariye em diroka xwe binivîsın. Lê iro em bi saya zimanê xwe û çanda xwe ya qedim mane li ser pîya û em dê bimînine li ser pîya. Vê serdemê em bûne neteweyeke xwedan zanîn û zanyar. Li her çar parçeyên Kurdistanê bi hezaram mamosteyê zanîngeha zana û zanistên her îlmekê me hene. Edî em dê li zimanê xwe çanda xwe ya qedim xedan derkevin û diroka gele xwe û welatê xwe binivîsin.
Bi tenê tiştekî ne asayî heye, ew jî gelek zarokên me yên malbatên wan li metropola fêrî vi ziman û çanda qedim nabin û roj bi roj ji canda xwe bi dûr dikevin. Ew jî bar dikeve ser milên siyasîyên me. Parastına mafê gele me û welatê me erkê siyasetmedarên me ye. Mixabin heta îro sîyasetmedarên me ne wekî gele me çalakin, gele me ji bom mafê xwe û welatê xwe ji sîyasetmedara pêşketîtirin, zanatirin û peyamên xurt didin.


