BIST 100
14.307,76 2,65%
DOLAR
46,2781 0,02%
EURO
53,7358 0,36%
GRAM ALTIN
6.460,05 2,91%
FAİZ
41,76 -2,36%
GÜMÜŞ GRAM
105,09 3,80%
BITCOIN
65.633,00 2,60%
GBP/TRY
62,1757 0,18%
EUR/USD
1,1606 0,33%
BRENT
83,08 -4,87%
ÇEYREK ALTIN
10.562,18 2,91%
Diyarbakır Açık
Diyarbakır hava durumu
29 °

Remezan Bakur: Ziman şoreşa rûmetê ye

IMG_8829

Hemû şoreş bi doma xwe û bi şert û mercêndeme tên guherîn. Pêşda çûn û geşepêdanên Cihanêşoreşa neçarî guherîna diken. Şoreşên bi şert û mercên Cihanê û pêşdaçûn û geşepêdanên Cihanêxwe ji nûva bi rêk û pêk neken, dinava gel da qedrê û pêbawerbûna xwe nikarin biparêzin û bilind biken. ziman di her şerte û mercên Cihanê da û bi domadirokê, her dem bi heman pênase ye û têgihane ye. Jiber şoreşa ziman, di her şert û mercekê da û her dem pêwîstî bi rêbazên û xwe ji nûve bi rêk û pêkkirine nebe. Şoreşa ziman ne şoreşa rêxistina ye, şoreşa hebûna û rûmeta gela û neteweya ye. Şoreşaziman bi destpêka mirovahîyê det kirîye û bê dawî ye.

         Me got her şoreşek; bi çi bîrdozîyê dest kiribe û çed bi rêk û pêk be, bi dem û sala neçardibin, bi şert û mercên deme, xwe ji ve bi rêk û pêk biken, heker bi şert û mercên deme xwe  nûjenneken, faşil dibin û bi ser na kevin. Di Cihanê da çişoreşên çekdarî û çi şoreşên pasif, gelek şoreş hatineencam dan. Şoreşên pasif, ji şoreşên çekdarîserkeftîtir ne û li Cîhanê bûne minakên şenazîyê. Bi raya min, di Cihanê da, li Hindîstanê şoreşaMahatma Gandhî û li Afrîqaya başur şoreşa Nelson Mandela minakin ji bo û rêbazên mirovane. Her duşoreş şoreşên giranbiha ne. Em Kurd dikarin bi tene bi zimanê xwe şoreşeke gelek bi rumet encam biden.

         Şoreşên pasif çeken xwe hene, çeken şoreşênpasif mirova na kujim, bileks rûmata mirova diparêzîn û bilind dikin. Canê mirova di şoreşên pasif da ne wekî şoreşên çekdarî erzane. Di şoreşên pasif da ewlehîya ser û malê mirova giranbiha ye. Çeken şoreşên pasif xwepêşandan, sekinandina kar û xebitînê, mangirtinên birçîmanê, boykotkirin û hewd.Bi berdewamîya bi karanîna van çeka dethilatdarîneçarî paşve gav avêtinê dikin.

         Em dikarin, li her qada jiyanê, li dijîdagirkera zimanê xwe bi kar bînin. Desthilatê neçarînaskirina mafê gele xwe û azadîya welatê xwe biken. Bi raya min ziman çeka ji hemû çeka girantire. Yênsiwar û serwextên ziman bin, yên zana û şarezayênziman bin, yên bizanin ziman bi kar bînin, ew dibin serkêş û  dibin pêşengên şoreşa. Kesên bi zimanêxwe bikarin rojevê şirove bikin, bi zimanê xwebandorê li derûnî, hest û hîskirinên girseya biken, bikarin serkeftinê bi dest xwe ve bînin. Her kesek  nikare bi zimanê xwe  her tiştekê ji gele xwe ra bêjeû têbigehîne. Axaftina bi bandor girseya radike ser pîya.

         Komeke xortên Kurdistanê li bajarê Amedê lihev kombibûn û navê Vejîn li koma xwe kirin. Koma Vejîn sond xwarin li her qada jiyanê bi zimanêKurdî biaxivin. Bi raya min hewldana wan xortahewldaneke pîroze û piştgirîya wan were kirin, ewdikarin girseya li pey xwe rakin. Li her cihekê ûkargehêkê, çi fermî û çi sivîl, dema em zimanê xwebi kar bînin, desthilat necar bibe û çareser bike. Minak niha li bakurê Kurdistanê, li notera, dama belgename tên çêkirin, kesên zimanê fermî ne axivin,noter neçarin ji wan ra tercûmanên liakedemîya perwerdeya zimanê Kurdî dîtî amade bikin. Heker em li her kargeheke fermî û ne fermî bizimanê xwe biaxivin, dewlet neçar bimîne û zimanê me qebûl bike.qebulkirina zimanê me, qebulkirina netewa me û welatê me ye.

         Demên bere belkî derfet nebûn, iro bi saya teknolojîya sedremê hemû hûnermend, hemû karenxwe yên hunerî û çandî dikarin bi zimanê Kurdîbiken û dengê xwe bigehînine girseyên mezin û Cîhanê. Ji bo ziman çeka ji hemû çeka mezintir karen hûnerî ne. Ji ber hûner zimanê hest û hîskirinên hemûmirova ne. Edî hûnermendên şanoya, akterênsinemayê, hûnermendên mûzîkê û siyasetmedarên me dikarin bi kurdî kare xwe bikin.  

         Em hêvî dikir li welatê me dengê çeka hiş bibe. Eger hat û çek hiş bûn. demê hewceye em şoreşeke pasîf û bi zimanê xwe encam bidin. Hewceye em ji bo rêbazeke mirovî amada bin. Bi her çalakiya, li her qada jiyanê bi zimanê xwe tevbigerin. Navê hemû kargeha bi tabloyên kurdî bixemilînin. Em bûne şahid dema çek hiş dibin çawa gele me bigirseyî piştgirîya çalakîya dikin.

         Em hemû dizanin, heta niha gelek rêgirî li kar û xebatên çandî hûnerî yên bi zimanê Kurdî dihatinkirin. Heta demekê rêgirîya stranbêjên dawet û govenda dihate kirin. Di hatin desteserkirin û girtin. Mixabin hindek kesên nezan yên di nava rêxistinênme yên siyasî ji zext li hûnermenda dikir, neçardikirin karen xwe yên hûnerî bi destnîşankirina wanbikin. Ji her alî ve çalakîyên sivîl di ketine ber tund û tujîyê. Ji hûnermenda bigre heta rojnamevana neçardikirin alîgirya xwe diyar bikin û nişan bidin. Heta serdemê , her rêxistineke çi çekdar û çi sivîlhûnermend û rojnamegerên alîgirên xwe hene. Ji ber dema çek hiş bibin, guman derfet li berçalakîyên sivîl vebe. li ber hemû hûnermend û rojnamevana vebibe.

         Em çima dibêjin şoreşek bi zimanê Kurdî. Ji berbi ras û bi taybet li bakurê Kurdistanê zimanê Kurdîdi xeterîyê da ye. Li başûr û rojava di bin bandoraewebî da ye. Ji ber li başûr û rojava heta van salêndawî zimanê fermî û zimanê perwerdê erebî . Nihali başûr û rojava dema mirov di axivin di zimanê wanda bi nîvî peyvên erebî ne. Min di nivêsen xwe yênberîya nivêsê da gotibû zimanê me bûye bingehazimanên herêmê. Heta kêlîyê ez ne hesya me kesekê lêkolînek li ser mijarê kiribe. bi qasîmin çi bi peywendîyên hevalên rojhilatî, çi bi kare xwe nivîsandinê û xebatên li ser ziman kirin. Ez dikarim bejim zimanê tirkê ji sedê (%30) peyvênkurdî pêk . Zimanê farisî sedî şêst (%60) peyvênkurdî pêk . Eger pêwîst bike li rojên pêşîya me da,peyvên Kurdî yên di zimanê tirkî da tên bi kar anîn eşkere bikim. Lê iro em dibinin ev zimanê me ewqas bandor li zimanên herêmê kirî di xeterîyê da ye.Ji ber em heycayî şoreşeke zimani ne.  

YORUM YAP

Yorum yapabilmek için kuralları kabul etmelisiniz.
Yeni bir yorum göndermek için 60 saniye beklemelisiniz.

Henüz bu içeriğe yorum yapılmamış.
İlk yorum yapan olmak ister misiniz?