BIST 100
14.375,40 -0,76%
DOLAR
44,8776 0,01%
EURO
52,7068 -0,39%
GRAM ALTIN
6.772,74 -2,60%
FAİZ
39,88 0,66%
GÜMÜŞ GRAM
110,29 -4,15%
BITCOIN
75.489,00 -1,08%
GBP/TRY
60,6321 -0,22%
EUR/USD
1,1735 -0,45%
BRENT
98,55 3,22%
ÇEYREK ALTIN
11.073,43 -2,60%
Diyarbakır Açık
Diyarbakır hava durumu
12 °

Remezan Bakur: Gihanek (Ku) û hejmar (Pirhejmar)

Remazan Bakur

Pêşîyê hewceye ez eşkere bikim, di ziman da gihanek çîye û di ziman da wateya hejmarê çiye. Gihanek û hejmar di hemû zimana da, di nivîsandinê da, du tiştên bingehînin. Gihanek bingeha hevoksazîyê ye, Gihanek dikeve navbera peyva û hevokê watedar dike. Di heman deme da hejmar di nava hevokê da yekhejmar û pirhejmarê diyar dike. Bi têgihan û bawerya min bi karanîna gihanek û pirhejmarkirina peyvê da xeletî tên kirin. Ez dê di vê nivîsa xwe da behsa xeletîya gihaneka KU yê û yek hejmar û pirhejmarîyê bikim.

Pêşîyê eşkere bêjim, di warê rêzman, rastnivîs û etmolojî ya peyvê da ez ne endazyarekim û di vi wari da çu karen min yên akedemîk nînin. Bê guman di her nivîsekê min da dê şaşî û xeletîyên di warê rastnivîsê da hebin. Ji xwe armanca min ne serrastkirina zimanê Kurdî ye, lê hişyarkirine ji bo xeletîyên tên kirin. Bi zanîn û têgihana min, di van demên dawî da, di rastnivîsê da pirhejmarkirina peyvê xelet tê kirin. Bi kurtasî mijara vê nivîsa min gihaneka KU û pirhejmarkirina peyvê ye.

Ez bi serbilindî wekî nivîskarekî zimanê Kurdî dikarim bêjim, ez serwext û siwarê zimanê Kurdî me. Di hemû nivîsen xwe da dê bînim ziman. Armanca min di warê nivîsandin û bi lêvkirinê da, hişyarkirineke li ser têkçûna ziman û ji navcûna peyvên zimanê Kurdî ye. Di hemû nivîsen xwe da bi têgihan û bawerîya xwe û bi tarzê xwe dê binivîsim û hêvî dikim rexneyên rast li min werin kirin û gengeşe yên ji dil li ser arîşeyên destnîşan dikim werin kirin. Dixwazim her hewl û bizaveke li ser ziman, resenîya zimanê me biparêze û geşepêdana encam bide, da ji bo nivşê me li paşerojê di warê têgihanê da çû asteg nemînin. Zimanê me bi lêvkirin û di wêjeyê da, di nav zimanên Cihanê da bikeve qada jîyanê. Jiyan û hebûna zimanê Kurdî hebûna gele Kurd û welatê me Kurdistanê ye.

Min di nivîsa xwe ya berî vê nivivîsê da diyar kiribû; di vê nivîsê da ez dê li ser gihaneka KÛ û di nivîsandinê da hejmar û pirhejmarîyê bisekinim. Min di nivîsa berî vê nivîsa xwe da behsa wêjeya klasik kiribû. Di serdemên dewleta Osmanîya da li rojhilata navîn bi pêşketina wêjeya wekî Dîwan, Tasavuf û tarzê Mewlewîya çawa zimanekî têkel bi kar anîne. Qalibên arûzê di rojhilata navîn da bûne tarzê nivîsandineke hevpar, Di wê deme da bi karanîna wi zimanê têkel gelek bandoreke giran li zimanê Kurdî ne kirîye, lê hindek bandorên nebaş li zimanê me kirine, ji wan bandorên nebaş yek jê gihaneka wêrankar ya KU ji farisî xistîye nav zimanê me.

Di farisî da KE (midenem ke û mijeyed) di Tirkî da Kİ (Biliyorum kî söylüyorum) û di zimanê me da KU tê bi kar anîn. Zimanê Farisî û zimanê Tirkî du zimanên ji sê zimana hatîne çêkirin, her du ziman ji zimanê Erebî, Kurdî û Tirkumanî pêk tên. Çi kesê dema ji alîyê peyva bi hûrgulî li ser van her du zimana bisekine. wê bibîne her du ziman ji alîyê peyvê ve bi taybet ji Kurdî, Erebî û Tirkumanî pêk tên, lê rêzimanên wan ji hev cuda ne. Li serdema Osmanîya zimanekî bi navê Tirkî nebû. Zimanê Tirkî piştî komara Tûrkiyê hati damezrandin hatîye çêkirin. Lê zimanê Kurdî di kûrahîya diroka rojhilata navîn da zimanekî qedim û serbixwe ye. Peyvên biyanê teda gelek kemin û ji alîyê rêziman; zimanekî hîndewrupî ye.

Dibe di van zimanên çêkirî da gihaneka KE û Kİ watedar be, lê di zimanê Kurdî da ziman tevilî dike û têgihanê bi zehmet têxe. Ev gihaneka biyanî, çû fayde na de zimanê me, bê wate ye, têgihanê bi zehmet dike û ziman giran dike. Eger hûn bêjin di wêjeya klasik ya Kurdî da, qublegehên me yên wekî Ehmedê Xanî, yên wakî Melayê Cizîrî ev gihaneke bi kar anîye û bi wan em dibêjin ev gihaneke di zimanê me da heye, ez ji wê dibêjim, ji xwe li sedrema wan û bi wêjeya klasik, ya têkel, ya rojhilata navîn ev gihaneke xistîy di nav zimanê me da. Bi raya min ne gihaneke, ji bere û pêda di nav wêjeya Kurdî da hatîye bi kar anîn û bi wê pêzanînê hebûna wê tê qebûlkirin û tê bi kar anîn.
Kurt û kurmancî faydeyekê li zimanê me nake, bileks zimanê me giran dike û dibe astenga têgihanê. Eger hûn bixwazin xirabîya wê têbigehin, berhemekî wêjeyê danin ber xwe, bixwînin û ber ra guhdarîya straneke dengbêjekê bikin. Wê demê hûn dê wê ferqa têgihanê û tama ziman bibînin. Eger wêjeya me ya klasik hebe, wêjeya me ya bi awayê devkî jî têra xwe klasik heye. Hemû kes dizane wêjeye me ya devki malê gelê Kurd’e, xwesere û ji resenîya gele Kurd’e. Di wêjeya devkî da ev gihaneka KU nîne. Mînak jî ji bere û pêda hemû dengbêjên Kurd û Kurdistanê ne. Kesek nikare vê gihaneke di stranên dengbêja da bibîne.

Di warê wêjeyê da ez dê hindek mînaka bidim û hûn xwînêrên hêja li ser bifikirin, hizrên xwe biken, hişên xwe bipelînine zimanê pîr û kalen me, mînaka deynin ber xwe û biryarê bidin. Ez dê ji hindek berhemên kurdî, hindek heveoka mînak bidim. Armanca min ne reşkirina nivîskarên Kurd’in. Bileks nivîskarên Kurd dilsozen gele xwe ne, bi awayekî xwebexş kar diken, keda wan, zehmetîyên wan gelekin û di ser vi halê bi zehmet, mesrefa çapkirina pirtûkên xwe ji kîsê xwe didin, faydeyekê ji karê xwe na bînin. Ji ber wê karê nivîskara karekî pîroz’e, hemû guneh di stûyê editor û weşangera da ye.

Bi ku Mînak :
1- Bikeve pey min da ku ez te bi goşt û xwarinê têr û xenî bikem
2- Lê vê carê wekî ku li nava sere wi bide, jan di kete serî
Mînak bê ku :
1- Bikeve pey min da ez te bi goşt û xwarinê têr û xenî bikem.
2- Lê vê carê wekî li nava sere wi bide, jan di kete serî

Bi ku Mînak :
3- Gelek giyanwer hene ku temenê wan bi dirêjîya şevek û rojekê ye
4- Ya ku mirov têda dudil û bêqirar
Mînak bê ku :
5- Gelek giyanwer hene temenê wan bi dirêjîya şevek û rojekê ye
6- Ya mirov têda dudil û bêqirar
Vêca dibêjim lê binêrin û bipirsin ka ev KU ji bo çi di nava hevok da datînin, ma hevokê aloztir nake, ma têgihanê bi zehmettir nake, ma bê KU yê, hevok ne bi tamtir û watedartire.
Xala (ne duyem ) duyê ; di hevoksazîya zimanê Kurdî da hejmar û pirhejmar. Di zimanê Kurdî da dema mirov bixwaze peyvê bike pirhejmar hewce dike lêkera a, e, an û en bi kar bîne. Lê mixabin kêm kes di zanin, hindek nav bi xwe pirhejmarin û hindek bi tene bi lêkera a û e yê ji dibin pirhejmar. Lê edîtor û weşangerên me piranî di warê nivîsandinê da vê yek hejmar û pirhejmarîyê tevilhev diken û dibe aloziyeke ziman. Dema dikin pirhejmar di hemûya da lêkera an, en bi kar tînin û wekî zagoneke bingehîn nişan didin û her kesekê neçar dikin da bi vi şêweyî bi kar bînin. Lê nizanin dema ev lêkere tê bi kar anîn peyv wateya xwe wenda dike. Çu caran û di çu zimana da bi şêweyên karekirina peyvê da peyv wateya xwe wenda nake. Heker wenda bike, bi karanînê da xeletîyek heye.
Di vi wari da ez dê hindek mînaka bidem
Pirhejmarkirin .

Deng dihate ber guhan. Jan dikete piyan. Baran ji ewran dibarî. Bilûrvani destekî bilûran hebû
Heger mirov van peyv û nava bi tenê bi kar bîne wateya xwe wenda dikin û dibin tiştekî din. Mînak; Guhan, piyan, ewran, bilûran. Ji ber wê nabe ji bo pirhejmarkirina peyv û nava lêkera an were bi karanîn. Bi bawerya min hewce ye ev hevok bi lêkera a yê bene sazkirin . Mînak ;Deng dihate ber guha. Jan dikete piya. Baran ji ewra dibarî. Bilûrvani destekî bilûra hebû. Dema bi vi şêweyi tê bi kar anîn beyv û nav wateya xwe wenda naken. Mimak yekhejmar; Guh, pî, Ewr,Bilur. Mînak pirhejmar: Guha, Pîya, Ewra, Bilûra.

Mixabin min jî di sê romanên xwe da ji neçarî biryara edîtor û weşanxaneya qebûl kir û romanên min bi wi awayi hatin çapkirin. Lê ji îro û pêda, di her nivîs û nivîsandine ke xwe da ez wi şêweyi êdî bi kar naînim.

YORUM YAP

Yorum yapabilmek için kuralları kabul etmelisiniz.
Yeni bir yorum göndermek için 60 saniye beklemelisiniz.

Henüz bu içeriğe yorum yapılmamış.
İlk yorum yapan olmak ister misiniz?