BIST 100
14.375,40 -0,76%
DOLAR
44,8776 0,01%
EURO
52,7068 -0,39%
GRAM ALTIN
6.772,74 -2,60%
FAİZ
39,88 0,66%
GÜMÜŞ GRAM
110,29 -4,15%
BITCOIN
75.489,00 -1,08%
GBP/TRY
60,6321 -0,22%
EUR/USD
1,1735 -0,45%
BRENT
98,55 3,22%
ÇEYREK ALTIN
11.073,43 -2,60%
Diyarbakır Açık
Diyarbakır hava durumu
12 °

Şewqeya Sêhrbazo ya Tove Janssonê hat çapkirin

Screenshot

9 kitêbên zarokan ên Tove Janssonê, "rêzekitêba mominkan" ku bi karakterê xwe yê îlhambexş deng vedaye û bûye klasîkeke giring li dinyayê, bi wergera Robîn Şahîn a ji swêdî, ji aliyê Pall Weşanê ve têne çapkirin. Şewqeya Sêhrbazo kitêba sêyem a vê rêzê ye ku hat çapkirin. Du kitêbên din ku berî vê hatibûn çapkirin ev bûn: Mominko û Lehiya Mezin(2025, Pall), Serpêhatiyên li pey Dûvstêrkê (2025, Pall).

Hemû kitêbên ku dê bên çapkirin ev in:

Mominko û Lehiya Mezin (1945),

Serpêhatiyên li pey Dûvstêrkê (1946),

Şewqeya Sêhrbazo (1948),

Bîranînên Bavmominko (1950),

Havîna Efsûnî (1954),

Zivistana Efsûnî (1957),

Zaroka Nexuya û Hin Çîrokên Din (1962),

Bavmominko û Derya (1965),

Payîza Dereng li Geliyê Mominkan (1970).​

Şewqeya Sêhrbazo

Ev çîrok sibeheke zû bi sêhr û efsûnê dest pê dike û şeveke germ a tebaxê bi şahiyeke ku dê tu caran neyê jibîrkirin bi dawî dibe. Di navbera wê sibeha zû û şeva germ de havîna dirêj a Mominko derbas dibe. Havîna wî ya tije tav û firtone. Vê havînê dikarî weke yên din bi lîstik û keşfkirina cihên nû derbas bibe, bi girtina masiyan a li bin baranê û ajnekirina xweş a li ser pêlan. Lê malbata mominkan diçin û şewqeya Sêhrbazo dibînin. Û bi vê re bûyerên ecêb diqewimin.

Talûke û heyecanê girtiye ser Geliyê Mominkan û dengê gavên gefxur li dora mala wan tê. Her roj tiştekî nû yê nedîtî û tije efsûn diqewime û bi rastî maliyên mala mominkan tu caran evqasî şa û kêfxweş nebûne.

Tove Jansson:

Sala 1914ê li Helsînkiyê ji dayik bûye û sala 2001ê li heman bajarî miriye. Yek ji nivîskar û hunermendên herî navdar ên fînlandî ye. Jansson ji kêmneteweya swêdî ya li Fînlandê bû. Herçiqasî ku ew fînlandî be jî, zimanê wê yê dayikê swêdî bû û wê berhemên xwe bi swêdî dinivîsîn. Ew herî zêde bi rêzeçîrokên xwe yên li ser mominkan tê naskirin ku ji neh pirtûkan pêk tên. Berhemên Janssonê li seranserê cîhanê ji bo zêdeyî 45 zimanan hatine wergerandin. Temamê pirtûkên wê yên li ser mominkan dê ji aliyê Pall Weşanê ve bêne weşandin: Mominko û Lehiya Mezin (1945), Serpêhatiyên li pey Dûvstêrkê (1946), Şewqeya Sêhrbazo (1948), Bîranînên Bavmominko (1950), Havîna Efsûnî (1954), Zivistana Efsûnî (1957), Zaroka Nebînbar û Hin Çîrokên Din (1962), Bavmominko û Derya (1965), Payîza Dereng li Geliyê Mominkan (1970).

Robîn Şahîn:

Sala 1988an li Batmanê ji dayik bûye û ji sala 2010î ve ye ku li Swêdê dijî. Wî li zanîngeha Uppsalalayê master li ser zimanên îranî û kurdî wergirtiye û dersên li ser teoriya wergerandinê xwendine. Ew weke wergêr û zimannas, û gelek salan weke mamosteyê kurdî xebitiye. Ji xeynî swêdî û kurdî, bi îngilîzî, tirkî û îtalî jî diaxive, lê ew bi giştî ji swêdî werdigerîne kurdî. Romana Balsam Karam a bi navê Yekaneyî (Pall, 2025) ji swêdî wergerandiye kurdî. Wergêrê rêzekitêba mominkan e.

Xwendevan dikarin ji pallwesan.com û kitêbfiroşan bixwazin.

YORUM YAP

Yorum yapabilmek için kuralları kabul etmelisiniz.
Yeni bir yorum göndermek için 60 saniye beklemelisiniz.

Henüz bu içeriğe yorum yapılmamış.
İlk yorum yapan olmak ister misiniz?