
Di qada Cîhanê da, çi wêjeya kevin û çi wêjeya serdemê (çi kilasîk û çi moderin), wêjeya zanistî yê, wêjeya bîrdozî ya, wêjeya hizirkirin û felsef yê, wêjeya dîrok û çandê. Wêjeya Awrûpîya ye dûvra ya Urisa tê. Ev wêjeya xurt ya Awrupî û Urisa, piştî Ronesans û Reforma Awrûpa yê dest pê kirîye û berbelavî Cîhanê bûye. (Bav û kalên me ji bo Rûsa her dem gotine Uris). Li dûv Awrûpî û Urisa, ya Rojhilata navîn tê. Di nav wêjeya rojhilata navîn da, wêjeya Kurdî wêjeyeke gelek xurte, Lê mixabin wêjeya Kurdî di qada Cîhanê da, bê deng, bê bandor û lawaze.
Wêjeyê û xwedina pirtûka, bandoreke gelek mezin li ser hişmendî û serwextbûna mirova heye. Kesên gelek pirtûka di xwînin, ji alîyê têgihan, axaftin û bersiv danê bi pêş dikevin. Dibin xwedanên pêşketineke kûr û berfire ya fikirîn, nêrîn û şirovekirinê. Dibin xwedanên zanyarîyên li ser çanda neteweyên cûda yên Cîhanê. Bi xwendinê, erdnîgarî, nexşeya Cîhanê û parzemînên Cîhanê nas dikin. Bi xwendinê di hişên mirova da ferhengeke dewlemend cihgîr dibe. Ji ber wê hewce dike her mirovek biha bi wêjeyê bide û wêjeya welatê xwe û ya Cîhanê bixwîne.
Em Kurd çanda Awrûpî û Urisa baş nas dikin. Naskirina çanda wan, bê guman sedema sereke wêjeya wan e. Naskirina wêje û çanda wan herêmên Cîhanê bêguman hewce ye û hewce dike. Lê di vê mijarê da xeterî û xirabîyeke kûr û bêdeng di nizile nav gele me û hişên gele me da. Ew jî dibe helandineke (oto asîmîlasyon) xwe bi xweyî. Ji ber; em berhenên wêjeya Cîhane ne bi zimanê xwe, bi zimanê dagirkerên welatê xwe di xwînin. Bi vê helandina veşartî, zimanê dagirkerên welatê me ji zimanê me zêdetir di hişên me da cihgîr dibe. Di hişên me da zimanê dagirkerên welatê me pêş dikeve, zimanê me ji bîra me diçe û em di warê xwendina bi zimanê xwe da zehmetîyê dikêşin. Dema em bikarin wergêrê ji zimanên bîyanî, ji bo zimanê xwe bikin, bê guman dê rê li ber helandineke (oto asîmîlasyon) xwe bi xweyî bigire.
Di vê mijarê da giringîya wergêra pirtûka derdikeve holê. Mixabin di warê wergêra pirtûkan da em nînin. Ne wergêra berhemên Kurdî ji bo zimanên biyanî û ne wergêra berhemên biyanî ji bo zimanê Kurdî nayên kirin. Di her çar alîyên Kurdistanê da rewş heman rewşe. Wergêra tê kirin bi qasî tilyên destekê kêmin û ew jî mixabin bi devokên herêmî û zaravayên cûda tên kirin. Ji ber wê fermîbûna zimanê Kurdî bi qasî azadîya Kurd û Kurdistanê girînge. Heta zimanê Kurdî ne be zimanê fermî, ev karen em behs dikin bi awayekî serkeftî nayên kirin.
İro Cîhan me bi şoreşa azadîyê û şoreşa li dijî olperest û kevneperesta nas dike. Lê ev ne bese û têra nake. Çawa em çanda neteweyên Cîhanê bi rêya wêjeya wan nas dikin, hewce dike Cîhan jî me bi rêya wêjeya me, me û çanda me nas bike. Mixabin em dikarin bejin wêjeya Kurdî li Cîhanê û qada navneteweyî nîne. Cihê dax û xemgînîyê ye, di warê wêjeyê da nebuna me ya li Cîhanê û qada navneteweyî, me ji Cîhanê û qada navneteweyî di qetîne û me neyî nîşa dide.
Ji alîyê wêjeyê ve, em nivîskarên Kurd bê piştevanin. Nivîsîn û afrandina her berhemekê kedeke gelek mezine. Barê wêjeyê li ser milê nivîskarên dilsoz û xwebexşin. Ev bare ji bo nivîskarên dilsoz û xwebexş ji alîyê aborî û xebitînê ve barekî gelek girane. Navê vê bê xwedanîyê; ne fermî bûna zimanê Kurdî ye û bê dewletî ye.
Em li navxweyî, di warê wêjeyê da ne lawazin. Wêjeya Kurdî çi wêjeya kevin û çi wêjeya serdemê (çi kilasîk û çi moderin) wêjeyeke gelek xurte. Arîşe nebûna wergêrê ye. Ez bawer dikim dema wergêr bê kirin, wêjeya Kurdî wê li Cîhanê û qada nevneteweyî da cihekî baş û bi bandor bigre. Ji ber, çi bi erdnîgarîya xwe û çi bi xweserîya çanda xwe, em xwedanên çandeke qedîm, dewlemend û çandêke ji çanda hemû neteweyên Cîhanê cûda ne. Ez heta niha pê ne hesya me wergêra berhemekî wêjeya Kurdî ji bo zimanên Ewrûpîya û zimanên neteweyên Cihanê hatîbe kirin û ez pê hesya me pirtûkên wêjeya Cîhanê bi qasî tilyên desta wergêr ji zimanên bîyanî ji bo zimanê Kurdî hatiye kirin.
İro di pirtûkxaneyên me da, pirtûkên wêjeya Cîhanê cihekî mezin dagirtîye, lê mixabin bi zimanê dagirkerên welatê me cih girtîne. Ez her dem vê pirse ji xwe dikim, wêjeya Kurdî wê çawa bikeve qada Cîhanê û bersiva min dibe fermîbûna zimanê Kurdî. Ez hêvî dikim her Kurdek daxwaza fermîbûna zimanê Kurdî ji rêxistinên navxweyî, siyasî û rêxistinên derveyî welat bikin. Dubare dibêjim, fermîbuna zimanê Kurdî bi qasî azadbûna Kurd û Kurdistanê girînge û ez bawer dikim fermîbûna Zimanê Kurdî li paşerojê wê bibe bingeha azadîya Kurd û Kurdistanê.


