
2ê Hezîrana 1983yan, di dîroka têkoşîn û berxwedana Kurdistanê de wekî rûpelekî reş ê siyaseta tolhildanê û komkujiya dewletî ya Îranê tê naskirin. Îro tam 43 sal di ser wê sibeha tarî re derbas dibin ku tê de dewleta Îranê lîsteya sêdarekirina 59 xort û ciwanên Kurd li seranserê bajarê Mehabadê belav kir; ciwanên ku wekî qurbanî ji bo tola şikestinên leşkerî yên rejîmê hatibûn hilbijartin.
Binyada Komkujiyê
Ev sûcê hovane ne li ser bingeha dozeke hiqûqî, lê wekî kiryareke rasterast a tolhildana siyasî hat kirin. Piştî kuştina Mihemed Borûcerdî (fermandarê sereke yê operasyonên Sipaha Pasdaran a li rojavayê Îranê), berpirsên pilebilind ên rejîmê daxwaza bersiva herî tund li dijî gelê Kurdistanê kirin.
Dewleta Îranê ya ku li qada şer li hemberî hêzên pêşmerge nikarîbû bigihîje armancên xwe, hêrs û kîna xwe bi revandina kêfî ya ciwanên bêparastin ên Mehabadê nîşan da. Ev zarok û ciwanên ku hîn temenê piraniya wan negihîştibû 18 saliyê û xwendekarên lîseyê bûn, li quncikên kolanan, bazaran û li ser rêya dibistanê hatin girtin. Pêvajoya ku jê re dihat gotin "darizandin", bi tenê çend xulekan li Dadgeha Şoreşê ya Tewrêzê, bêyî parastina parêzerekî û di bin êşkenceyên herî giran de bi cezayê sêdarekirinê bi dawî bû.
Siyaseta "Cezayê Spî": Veşartina Goran
Dewleta Îranê bi tenê bi stendina jiyana van 59 ciwanan ranewestiya; wê qonaxeke nû ya êşkenceya derûnî li ser malbatên wan ferz kir. Heta roja îro jî cihê gora van qurbaniyan nehatiye eşkerekirin. Ev bêdengiya bi zorê û bêparhiştina malbatan ji mafê şîngirtinê û çêkirina kêla gora ya zarokên xwe, wekî berdewamiya asîmîlasyon û şerê li dijî hebûna Kurdan tê pênasekirin.
Di nav mîmar û berpirsên sereke yên vê komkujiya dewletî de ku navên wan di dîrokê de hatine tescîlkirin, ev kes hene:
Hemîdreza Celaîpûr: Waliyê wê demê yê Mehabadê (ku piştre cilê reformîzmê li xwe kir).
Elî Ekber Nateq-Nûrî: Wezîrê Karên Hundir ê wê demê yê rejîmê.
Xulamreza Hesenî: Îmamê Nimêja Înê yê Ûrmiyeyê.
Elî Seyad Şîrazî: Fermandarê Hêzên Bejayî yên Artêşê.
Ev şêwaza tepeserkirinê bi 59 ciwanan bi dawî nebû. Çar meh piştî vê rûdanê, sîstema dagîrker 33 xortên din wekî berdewamiya vê zincîreyê ji Mehabadê revandin û li Tewrêzê gulebaran kirin. Di nava çar mehên sala 1983yan de, zêdetirî 250 Kurdistanî li Tewrêzê di çarçoveya vê siyaseta mêtingeriyê de hatin qetilkirin.
Her çend sîstema mêtinger hewl da ku bi nehiştina goran, nav û rûmeta van ciwanan di bin axê de winda bike jî, bîra kolektîf a Kurdistanê wekî sengerê herî qayîm ê berxwedanê derket pêş. Di 7ê Hezîrana 1983yan de, bi greveke giştî ya hevbeş, gelê Rojhilatê Kurdistanê nîşan da ku teslîmî polîtîkayên tirsandinê nabe.
Çavkanî: Çarçira News

