BIST 100
14.029,54 -2,35%
DOLAR
45,5928 0,03%
EURO
52,9089 -0,03%
GRAM ALTIN
6.542,81 -0,40%
FAİZ
43,50 0,00%
GÜMÜŞ GRAM
107,91 -0,11%
BITCOIN
76.697,00 -0,35%
GBP/TRY
61,1088 0,03%
EUR/USD
1,1599 -0,05%
BRENT
110,70 -0,52%
ÇEYREK ALTIN
10.697,49 -0,40%
Diyarbakır Açık
Diyarbakır hava durumu
14 °

Remezan Bakur: Jİ BER Çİ ROJA ZİMANÊ DAYİKÊ

Remazan Bakur

UNESCO’yê roja bistûyekê (21) sibatê li Cîhanê roja ziman desnîşan kirîye û ragihandiye. Roja zimanê (dayikê) Kurdî, pazde (15) gulanê ji alîyê gelê Kurd ve hatîye destnişankirin û her sal pazde’î (15) gulanê tê pîrozkirin. Ji bo em têbigehin; ji ber çi roja zimanê dayikê û wateya roja zimanê dayikê çiye, pêşîyê hewce’ye em wateya peyva zimanê dayikê bizanin û bizanin li Cîhanê û li welatê me roja ziman kengî’ye, giringîya roja ziman çiye û ji ber çi tê pîrozkirin.

Gelek roj hene ji alîyê mirovahîyê, Cîhanê û sazîyên wekî UNESCO ve hatîne destnîşankirin, ragihandin û her sal di wextê xwe da tên pîrozkirin. Minak; roja kedkarên Cîhanê, roja jinên Cîhanê, roja dayîka û hewd. Ev rojên girîng yên li Cîhanê tên pîrozkirin, her yek ji bo mirovahîyê gelek watedarin û bi karesat û buyerên xirab buyîne rojeva mirovahîyê. Da mirovahî li dijî neqencîyên li nirxên mirovahîyê û nirxên gerdûnî tên kirin bê deng ne mîne û xwedan helwest bin, ev roj hatîne destnîşankirin. Roja ziman jî rojek ji wan rojên watedare.

Zimanê her neteweyekê ji bo wê neteweyê, ji bo Cîhanê, xwedan wateyeke mezin û nirxekî zêrîne. Ferq û cudahîya neteweyên Cîhanê ne erdnîgarî û cografîya ye, ziman û canda wan ya xwesere. Bi ziman û canda neteweyan, Cîhan xwedan pirrengîyeke bê hempa ye. Destnîşankirina roja ziman ji alîyê UNESCO ve; nîşadana girîngîya zimana, pirrengîya çanda gerdunê, parastina zimanên di bin xeterîyê da û parastina nirxên mirovahîyê ye. Ziman bingeha çand, dîrok û hebûna neteweya tê qebûlkirin. Bifikirin eger ziman û çandên ji hev cuda nebin wê Cîhan, Cîhaneke çawa be.

Li Cîhanê roja ziman mixabin bi buyereke xirab hatîye destnîşankirin û ragihandin. Demê welatê Bangladeşê di bin dethilatdarîya Pakîstanê da û ne buye dewleteke serbixwe. Dewleta Pakîstanê zimanê Bangledeşîya qedxe kiribû. 21 sibatê sala 1952 xelkê Bangledeşê û xortên zanîngehên Bangledeşê bi pêşengîya tevgera ziman xwepêşandan encam dan û di xwepêşandana da gelek xortên zanîngehên Bangledeşê hatin kuştin. Ew roj ji alîyê UNESCO ve li Cîhanê roja ziman hate ragihandin.

Di diroka Cîhanê da, mixabin qedxekirina zimana, entegrekirina neteweya, mihacirkirina mirova û ji navbirina çandên neteweya her hatîye kirin. Di kûrahîya diroka mirovahîyê da, berî zayînê, cara pêşîyê, hewla ji navbirina zimana ji alîyê împaratorîya ASURİ’ya ve hatîye kirin. Dûv ra împaratorîya PERS’a û împaratorîya Roma’yê kirîye. ASUR û PERS’a ev karên xirab li gelê Kurd kirine. Dagirkerên Kurdistanê heta vê serdemê jî bi bêşermî û çavsorîya xwe zimanê Kurdî qedxe diken, Kurda mihacir û entegre diken. Lê ji ber Kurd, çanda Kurda û zimanê Kurdî, qedîmîe û buye bingaha gelek çandên hertêmî, bê dewlet jî maye li ser piya, hê jî xwedan bandoreke mezine û dê bi giranbiha buna xwe her bimîne.

Ji bilî roja ziman ya ji alîyê UNESCO ve hatîye destnişankirin, rojaka taybet ya zimanê Kurdî heye. Roja zmanê Kurdî ew roje; Dama bi taybetî û cara yeke xebatek li ser zimanê Kurdî hatîye kirine. Ew roj; Roja Mir Celadet Elî Bedirxan li ser zimane Kurdî bi tîpên latînî xebitî û kovara Hawar derxistî ye. Bê guman em kare xwe yê iro bi xêra wê xebata wê rojê diken. Beri ew kare pîroz yê Mir Celadet Elî bedirxan, di kûrahîya dirokê da berhem bi zimanê Kurdî hatîne afrandin û çapkirin. Lê bi taybet li ser ziman û tîpên latînî xebitîn, cara pêşî ji alîyê Mir Celadet Eli bedirxan ve hatîye kirin.

Di nava gelê me da roja ziman; roja zimanê dayikê hatîye bi nav kirine. De vêca kerem bikin em hindek niqaşa li ser vê bi navkirinê biken. Çima zimanê deyikê? Eger hûn bêjin piştî xwdê zarokek da, zarok ji dayika xwe fêrî ziman dibe. Bele bersi dibe ev bersiv û raste. Lê eger hûn bi hişmendîya tirkî bifikirin û bêjin zimanê dayikê; hûn şaş bune û hûn xeletîyeke gelek mezin dikin. Ji ber dema bi tirkî dibêjin zimanê dayikê ( ana dil). Angu zimanê sereke û tê wê wateyê; ji bilî zimanê sereke zimanên herêmî û zimanên mayîne zîndî jî hene. Ji ber wê ev peyva zimanê dayikê li zimanê me nayê û hewceye em bejin Roja zimanê Kurdî yan jî em bejin Cejna zimanê Kurdî.

Eger em hindekê behsa giringîya ziman biken; ziman bi kurtasi nasnameya netewa ye, bi kurtasi hebuna netewa ya. Di bin van erkên ziman da kûrbunek û giranbihayekî gelek mezin yê ziman heye. Zimanê me bingeha hebuna muzik’a me, folklor’a me, kilîla têgihana me, hebuna hizirkirin û hestên me yên hevpar, hebuna zagon û torên me yên neteweyî ye. Kesên zimanê xwe ji bîr dikin ji van nirxên xwe xelas dibin. Ji ber wê ji navçûna zimanekê qirbuna neteweyekê û van nirxa ye. Parastina ziman erkê her kesekê ye û erkê mirovbunê ye.

Ez bi dewlemendî, têr û tijîbuna zimanê xwe şanazîyê dikem. Bi vi zimanê zêrîn, hebûna çanda gele xwe ya qedîm bextewarim. Li her qada jiyanê, bi axiftina zimanê xwe, bi netewa xwe û bi çanda gelê xwe, çû dem û çû caran, xwe kêmê çû kesi û çû neteweyên Cîhanê na bînim. Li her qada jiyanê şanazîyê bi nirxên xwe dikem, bi Kurd’buna xwe bextewerim û di nava hemû Cîhanê da bi nêrxên xwe xwe serbilind dibînim

YORUM YAP

Yorum yapabilmek için kuralları kabul etmelisiniz.
Yeni bir yorum göndermek için 60 saniye beklemelisiniz.

Henüz bu içeriğe yorum yapılmamış.
İlk yorum yapan olmak ister misiniz?