BIST 100
15.062,65 0,15%
DOLAR
45,3570 0,10%
EURO
53,4809 0,59%
GRAM ALTIN
6.875,62 0,87%
FAİZ
40,65 -0,12%
GÜMÜŞ GRAM
117,17 2,71%
BITCOIN
80.301,00 0,22%
GBP/TRY
61,8870 0,59%
EUR/USD
1,1787 0,52%
BRENT
101,29 1,23%
ÇEYREK ALTIN
11.241,64 0,87%
Diyarbakır Parçalı Az Bulutlu
Diyarbakır hava durumu
24 °
  • ANASAYFA
  • GÜNDEM
  • İbrahim Şahin: Stûna Bîra Kolektîf a Gelê Kurd – Dengbêjî

İbrahim Şahin: Stûna Bîra Kolektîf a Gelê Kurd – Dengbêjî

IMG_8854

Di nava behra edebiyata devkî ya Kurdî de, ew şaxê ku herî zêde rehên xwe berda nav kûrahiya civakê, bêguman dengbêjî ye. Ligel hemû zextên dagirkerî û asîmîlasyonê, ev hunera qedîm wekî kevneşopiyeke berxwedêr maye û bûye stûna sereke ya çanda Kurdî. Dengbêjî di nava xwe de hem cureyên folklorê û beşên din ên edebiyata devkî hewandiye û hem jî hunera gotinê û peyvê bi awayekî dewlemend ava kiriye. Her kilam û her destaneke, rengvedana bûyerên rastîn ên jiyana gel e û li ser ruhê hevpar şopeke kûr vedaye. Ev wejeya xwemalî ya ku ji demeke dirêj tê, bi form û miqamên cuda, honakiyeke dewlemend û devokên herêmî, jiyana dîrokî ya kurdan ji hemû aliyan ve parastiye û weke bîreke etnografîk a devkî derdikeve pêşberî me.

Hem destanên dengbêjiyê û hem jî çavkaniyên dîrokî kevnariya vê kevneşopiya edebî ya Kurdan ji salên gelek dûr û dirêj nîşan didin. Destanên wekî Memê Alan, Zembîlfiroş, Çîl Osman, Siyabend û Xecê, Xezala Mendol Axa, Kerr û Kulik, Mengene, Xelo û Xelîl Beg û Kela Dimdimê û gelekên din, ku ji demên nediyar hatine heta roja me, kevnariya vê çandê piştrast dikin. Di çavkaniyên dîrokî de jî şopên vê kevneşopiyê derdikevin pêş. Di arşîvên heta niha gihîştine destê me de, destnivîsên dîroknasê Yûnanî Strabon (beriya zayînê) wekî kevintirîn delîl tên dîtin. Di nivîsên wî de agahiyên li ser erdnîgariya welatê Medan û çanda gelê Medan hene ku ew bixwe wan bi kilam û destanên devkî yên wê serdemê ve girê didin. Bi heman awayî, di nivîsên dîroknasên wekî Moses von Xoren û Athenaus de jî behsa çand, urf û edetên gelê Medan hatiye kirin ku ev melûmat bi rêya kilam û destanan hatine parastin. Ev delîlên dîrokî jî nîşan didin ku kilamên dengbêjiyê di wê serdemê de jî li ser bûyerên rastîn çêbûne û hem agahiyên çandî û hem jî yên erdnîgarî bi xwe re veguhezandine.

Dengbêjî, ji bo civaka Kurd wekî arşîveke zindî ye, tecrûbeyên sedsalan gihandiye nifşên nû. Bi saya vê bîra kolektîf, rûdanên di nava Kurdan de qewimîne wekî qeydeke dîrokî hatine neqilkirin. Gel bi vê hafizeya dengbêjiyê hem ji dîroka xwe haydar bûye, hem jî ji rewşa civakî, aborî û çandî ya serdemên berê agahdar bûye. Kilamên ji demên borî vediguhêzin, îro bûne çavkaniyeke mezin ji bo lêkolînên zimanî, antropolojîk û erdnîgarî.

Ev kevneşopîya edebî di sedsalên navîn û nû de jî her daîm cihê xwe di jiyana rojane ya Kurdan de parastiye. Li her bihosta Kurdistanê -ji Serhedê bigre heta Kermanşahê, ji Ûrmiyeyeyê bigre heta Efrînê- Dengbêjan bi her kilama xwe, bîra kolektîf a civakê ji nû ve bi dîrokê ve girêda û kir mîrateyeke nemir. Di sedsala 19an de, lêkolînerên Ewropî yên wekî Eugen Prym û Albert Socin, di çavdêriyên xwe yên li Torê û Başurê Kurdistanê de bi heyranî anîne ziman ku dengbêjî di hemû jîngehên Kurdan de wekî rûhekî zindî û çalak her jiyaye.

Beriya edebiyata modern û medyayên nûjen, dengbêjan rola rojnamegeriya edebî jî bi cih anîne. Di sêwirandina kilaman de hest û ramanên kûr ên gel hatine vegotin. Kilamên li ser evînî, êş û trajediyê hestên şexsî gihandine asteke gerdûnî û bûne hestên hevpar ên gelê Kurd. Wekî di kilama “Eliyê Pûrto” de çîroka kuştina Elî bi êş û jana di kûrahiya dilê dayika wî de hatiye ravekirin, bi vî awayî, di nava kilamên dengbêjiyê de rengvedana bûyer û serboriyên kurdan di nava gel de bûne hevpariyên hestî. Wekî Dengbêj Reso gotiye, bûyerên ketine devê dengbêjan “heta hetayî bûne mesele”. Agahiyên nû ji gundekî bi rêya kilaman digihîştin gundê din û ji deverekê diçûn deverên din. Di şer, pevçûn, lehengî û serhildanan de kilam wezîfeya nûçegihaniyê jî bi cih dianîn. Dengbêj Cemîlê Bafawî jî di kilama xwe ya li ser Mala Ûsivê Seydo de vê rola dengbêjiyê wiha terîf dike: “Bila dewleta Alî Osman wê li bajarê Enqerê li mezbetê xin, li qezetê xin, li cedîdê xin, heya heyata dinyayê hebe bira bi devê dengbêjan li odê kurê Kurmanca bi dunyê xin.” Bi vî rengî, dengbêjî amûreke belavkirina nûçe û agahiyan bû ku di nava gel de “deng” dida bûyeran û wan dikir hevpariyên civakî.

Zanyarê Alman Oskar Mann jî, dema li ser şopa kilam û destanên Kurdî digeriya, pergala perwerdeya dengbêjiyê wekî “Medreseyên Kurdan” pênase kiribû. Ev dîwanên hunerê wisa xurt bûn ku dengxweşên ji neteweyên din jî ketibûn bin bandora dengbêjiyê; Wekî Dengbêj Jano yê Suryanî, Gula File, Karapêtê Xaço û Îsa, rûhê xwe bi zimanê Kurdî û bi hunera dengbêjiyê perwerde dikirin. Dema mirov li serdemên dawîn tenê binêre, dixûyê ku dengbêjî di nava gelên Kurdistanê de bûye çandeke serdest û wekî nasnameyeke hevpar xwe daye qebûlkirin.

Yek ji aliyên herî berbiçav ên dengbêjiyê, rola wê ya di jiyana civakî ya rojane de ye. Ji serdema Dewleta Medan hata sedsala me, rûmeta mîrek û xanedanên Kurdan, leheng û mêrxasên Kurdan bi dengê dengbêjan hatî hûnandin. Piraniya şevbêrkan bi stran û kilamên dengbêjan derbas dibûn. Di malên mîr û gundiyan de dîwanên dengbêjan wekî saziyeke medyayê kar dikirin; wan hem nûçeyên welat radigihandin hem jî bûyerên dîrokî di nezera gel de şîrove dikirin. Êş, şer, evîn û berxwedanên Kurdan, di parzûna dengbêjiyê re derbas dibûn û wekî mîrateyeke edebî di bîra gel de dihatin kolan.

Di sedsala 20an de, tevî zextên asîmîlasyonê yên dijwar ên dewletên dagirker, dengbêjî zindî ma. Di gundan, li qonaxan, di dîwan û civatan de, di camî û medreseyan de hosteyên wekî Evdalê Zeynikê, Ferzê, Reso, Şakîro, Eda Mahdo û gelekên din hem kilamên kevn parastine û hem jî yên nû afirandin. Li her deverê dengbêjên hoste hebûn ku dîroka gel di bîra gel de biparêzin.

Ji aliyê civaknasiyê ve jî dengbêjî roleke mezin di terapiya rûhî ya civakê de dilîze. Kesên xemgîn û xwedî êşên rûhî, bi guhdarîkirina kilaman jana dilê xwe rihet dikirin. Kilamên ku şîn, trajedî û keserê vedibêjin, dikin ku mirov bi êşa xwe re rû bi rû bimîne û wê birînê bikewîne. Ji bo dilên evîndar jî kilam dibûn periyên coş û şadiyê. Mêrxasî, fidakariya dilsozî, dostanî û parastina maf û hiqûqê wekî nirxên bingehîn ên dengbêjiyê, li ser rêgezên exlaqî û civakî dihatin xurtkirin.

Ligel hemû guherînên teknolojîk û bandora modernîteyê ya li ser jiyana me, dengbêjî hê jî di malên Kurdan de wekî pêywendiyek bi dîrokê re, qimeta xwe diparêze. Ev hunera qedîm, bîra xwemalî ya gelê me ye ku sedsalên borî bi serborî, qehremanî û êşên wan ve tîne ziman. Di serdema me ya nûjen de, kasetên kevn û tomarên dengbêjiya klasîk bi alîkariya platformên dîjîtal û hewldanên dengbêjên nûjen digihîjin nifşên nû. Lê belê di vê pêvajoyê de wezifeyeke mezin dikeve ser milên hunermend û guhdaran ku ev mîrateya giranbiha di nav muzîka populer û torên civakî de reseniya xwe winda neke. Lewra parastina resenî û kûrahiya dengbêjiyê ji bo parastina nasnameya me ya neteweyî û zimanê me faktoreke gelek mezin e. Ji ber vê yekê jî divê em vê hunerê wekî xezîneyeke neteweyî ji bo zarokên xwe û dahatûya wan biparêzin.

Îro jî, di navbera kevneşopiya devkî û cîhana modern de, dengbêjî wekî xeleka neteweyî dimîne. Parastina wê ya xwerû û veguhestina wê ya li beşên zanistî, bi giranî ketiye ser milên xwende, nivîskar, lêkolîner û hunermendên Kurd. Ev pirtûkxaneya herî mezin û dewlemend a devkî ya gelê Kurd, ku bi sedan salan bi deng û dil hatiye parastin, îro li benda belgekirin, lêkolîn û zanistîkirina sîstematîk e. Hêviya me ew e ku ev dengê ji dûrî dîrokê tê, di dema me ya dîjîtal û guherbar de jî bi hêztir olan bide.

YORUM YAP

Yorum yapabilmek için kuralları kabul etmelisiniz.
Yeni bir yorum göndermek için 60 saniye beklemelisiniz.

Henüz bu içeriğe yorum yapılmamış.
İlk yorum yapan olmak ister misiniz?