
Di dinyayê da, çu netewe wekî netewaKurd, di derbarê zimanê xwe da bê xwem nîneû zimanên wekî zimanê Kurdî bê xwedan, dinav civakên pêşverû da nînin. Bi taybetî libakurê Kurdistanê. Mixabin û sed cara mixabin. Nîşanên ji navçûna zimanekê, li qadajîyanê diyar dibe. Ji helwesta siyasetmedaradiyar dibe, di sûk û bazara da diyar dibe, jimedya civakî diyar dibe. Di nava civakê da bilêvkirina peyva û bi derxistina denga diyar dibe. Mixabin Kurd di qada jîyanê da zimanêxwe bi kar naînin. Taybetmendîyeke gele Kurdheye, bi karanîna zimanên dagirkerên welatêxwe, ji bo xwe wekî serkeftinekê nîşa didin û nezanîna zimanên dagiekerên xwe, wekî nazanû paşvemayî di hesibînin. (Ma tu tirkî nizanî /Tu erebî jî nizanî) erê bizane lê ne bi qeysazimanê xwe û ne bi ji bîrkirina zimanê xwe.
Me got di qada jîyanê da; Eşkereye û mixabin helwesta siyasetmedarên kurda gelekxirabe. Xemsarîya wan ya di derbarê ziman da xendeka ji hemû xendaka kûrtire. Li başûrêKurdistanê desthilatdarîyek heye, lê haya desthilatdarîyê ji zimanê kurdî nîne, ne sazîyeke ziman heye û ne yekrêzîyek û karkirinek li ser ziman heye. Li her herêmekperwerde bi zaravayê wê herêmê tê kirin. Libakurê Kudristanê siyasetmedarên Kurdzimanê kurdî nizanin. Ango nunerên siyasî yêngele Kurd zimanê gele Kurd nizanin û kare xwe bi zimanê dagirkera dikin.
Siyasetmedarên Kurda yên bakurêKurdistanê haya wan ji zagonên perwerdênîne. Di zagona perwerdê ya hejmara 2923 damohlet hatîye dayîn, bi zimanê kurdî, bizaravayê kirmancî û zazakî, li dibistana bibin derse bijarde. Hindek dilsoz û xwebexş didemên salane yên destpêka perwerdeyê, lidibistana diğerin û lavehîya ji dê û bavênzaroka dikin, da zarokên wan dersên zimanêkurdî hilbijêrîn û dê û bavên zaroka ji zagonaperwerdeyê agahdar diken. Lê mixabin minher gotîyê hewl û bizavên takekesî me nagehînin çû encam û armanca. Gelek kes guhnadin daxwaz û bizavên dilsoz û xwebexşa. Divi wari da deng ji siyasetmedara dernakev.
Li piranîya metropolên turkiyê, sûk û bazar di destê Kurda da ne, lê li sûk û bazara,çu kes bi zimanê Kurdî bazarê nake, zimanêKurdî nayê bi kar anîn û mixabin li hemûbajarên bakurê Kurdistanê jî, êdî sûk û bazarbi zimanê dagirkera ye. Dema zimanek ne zimanê sûk û bazara be û ne zimanê debar û jiyanê be ew ziman ji nav çûye.
Em çend cara bune şahid, gelek kes hewil didin da bi zimanê Kurdî biaxivin, lêmixabin piştî demekê di axaftina xwe da dixetimin û vedgerine ser zimanê dagirkera û axaftina xwe bi zimanê dagirkera didomînin. Ev jî tê wê wateyê, ferhenga zimanê kurdi dihişên wan Kurda da ji nav çûye û peyvên kurdînayên bîrê. Ji ber wê neşên axaftina xwe bizimanê Kurdî bidomînin. Di heman deme da,di hişên wan da dengên zimanên dagirkera bicih bûne. Dema di axivin neşên dengên kurdîderbêxin. Minak; şûna tîpa W tîpa V bi kar tînin.
Li vê serdemê çu tiş wekî medya civakîne çalake, her kesekî telefoneke androit di dest da heye. Her kesek, medya civakî di şopîne. Mixabin di medya civakî da, gelek malperênzima, çand û hû nerê hene nav bi Kurdî,naveroka wan, hindek ji sedî yek bi Kurdî ye, wekî din bi tevahî tirkî ye û hindek malper,nav bi Kurdî ye lê naverok bi tevahî tirkî ye. Gelek komên li ser çand û hunera kurdîdixebitin hene, mijara wan çand û huneraKurdî ye lê karen xwe bi zimanên biyanî û zimanê dagirkera diken.
Mixabin di medya civakî da zimanêserdest zimanê dagirkera ye. Malwêranya jihemû malwêranîya mezintir eve. Dema jikordinator û editorên wan malpera bipirsî,çima malperên wan bi wê rewşê ne? Dibêjinda dujminên me ji bizanin ka em çi dibêjin. Lênizanin heger dujmin û dagirker bixwazin, diaxaftin û nivîsandinên me tê bigehin, em bizimanê xwe jî biaxivin û binivîsin ewêtêbigehin, lê dema ne xwazin tê bigehin, em bizimanê wan biaxivin û binivîsin dîsa jîtênagehin.
Di karen çand û hundrê da demaberhemek hate afrandin û derxistin, bi çizimani hatibe tescil û sicil kirin, dibe malê wizimani û wê netewê. Piştî hate tescil û sicilandin, ji bo çend zimana wergêra wêçêbibe, disa ji her malê wi zimani û wê netewêye ya pê hatîye tescil û sicilandin.
Li bakurê Kurdistanê û turkîyê piranîyanivîskar, hunermend, şanoger û akterênsinemayê Kurdin, mixabin ji bere û pêdahemûya kare xwe bi zimanê tirkî kirine, hêjîdikin û di nivîsin. Ji ber berhemên wan bizimanê tirkî hatîne tescil û sicilandin, ewberhemên wan dibin berhemên zimanêdagirkera. Malwêranîya ji hemû malwêraniyamezintir ewe, çanda kurda bi zimanê dagirkerapêşkêşî hemû dinyayê dikir. Ango çanda gele kurd dikin çanda dagirkera. Minak ; Em dikarin bejin Yilmaz GÜNEY bi xwe Kurde lêakterê sinemaya tirka ne û bi filmen xweçanda kurda kirîye çanda dagirkerên welatême. Yaşar KEMAL bi xwe Kurde lê nivîskarêzimanê tirkî ye. Ne bi tenê Yilmaz GÜNEY û Yaşar KEMAL ev nabaşîye kirîye, ev dumînakin. Bi sedan nivîskar,hunermend, şanoger û akterên sinemayê hene vêmalxirabîyê dikin.
Di rojhilata navîn da, hemû dagirkerênwelatê me û neteweyên ne dagirkerên welatême, li dijî me Kurda û zimanê Kurdî ne, Kurdbi xwe bi taybetî li bakurê Kurdistanê diderbarê ziman û netewebûnê da ji hemû neyaraxirabtirin. Vêca ka zimanê Kurdî bi taybetî libakurê Kurdistanê, dê heta kengî û çawa li berxwe bide.


