BIST 100
13.842,57 0,24%
DOLAR
43,8822 0,02%
EURO
51,9197 0,11%
GRAM ALTIN
7.312,93 0,64%
FAİZ
36,25 0,11%
GÜMÜŞ GRAM
122,70 -1,63%
BITCOIN
68.158,00 -1,14%
GBP/TRY
59,5402 0,04%
EUR/USD
1,1806 -0,03%
BRENT
69,82 -1,45%
ÇEYREK ALTIN
11.953,29 0,61%
Diyarbakır Parçalı Bulutlu
Diyarbakır hava durumu
13 °

Plana Tirkîyê ya Ketina Nav Axa Îranê

erdogan-reisi-aa-1880539

Medyaya Amerîkayî ya Bloomberg ragihand ku Tirkîye planên xwe yên rewşa awarte nû kiriye û li ser gelek bijareyan sekiniye û di vê çarçovê de xwe amade dike

Li gor raportê, behsa amadekarîyên Tirkiyê tê kirin ku di rewşa şerekî mezin de bingeh û kampan li nêzîkî sînorê Îranê ava bike an jî, eger hewce be, rasterast bikeve nav axa Îranê da ku pêşî li derbasbûna penaberan ya nav axa Tirkîyê bigire.

Çavkanîyên agahdar ji Bloomberg re gotine ku bijareya ketina nav axa Îranê tenê di rewşa valahîyeke desthilatdariyê de wê were nirxandin û îhtimala têkeve meriyetê wê hebe.

Raportê di nav çalakvanan de gotegotên berfireh derxistiye holê. Hin çavdêrên li ser tora civakî X hat îdîa kirin ku Tirkîye dixwaze êrîşî herêmên Rojhilat bike û pêşiya Kurdên Rojhilat bigre.

Di derbarê vê raportê  “Navenda Dijî Pêzanînên Sexte ya li Rêveberîya Ragihandinê ya Serokkomarîya Tirkîyê” daxuyaniyakek belavkir û got; “agahîyên nerast” dane. Navendê tekez kir ku Tirkîyê rêzê li yekparçeya ax û serwerîya welatên cîran digire û wê hemû berbendên pêwîst bigire da ku ewlehîya sînorên xwe di hemû şertan de bi parêze.

Di heman wextê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser danûstandinên aştîyane yên bi Îranê re  dîplomasiyê bewrdewam dike, lê di heman demê de li dijî Komara Îslamî gefên êrîşeke leşkerî dixwe. Tê gotin eger Îran bi çareserîya aştîyane qayîl nebe û şertên Ameriayê bi cîh nîne, wê bi êrîşeke leşkerî re rûbirû bimîne.

Eger êrîşek leşkeri ji hêla Amerîkayê were ser îranê endamê NATO, Tirkiye wê çawa tevbigere? Ev pirs div an rojanan de pir tê kirin û gelek kesên pispor bahsa gumana Tirkiye bi Amerîkayê re tevbigere û têkeve axa Îranê. Tê gotin ku heger şerekî leşkerî li hemberî Îranê bê meşandin, her çuqas Tirkîye penaberan bike hincet jî, lê ji bo Kurd li Îranê nebin xwedî hêz wê têkeve axa Îranê.

YORUM YAP

Yorum yapabilmek için kuralları kabul etmelisiniz.
Yeni bir yorum göndermek için 60 saniye beklemelisiniz.

Henüz bu içeriğe yorum yapılmamış.
İlk yorum yapan olmak ister misiniz?