BIST 100
14.321,19 1,53%
DOLAR
46,9996 0,04%
EURO
53,6433 -0,10%
GRAM ALTIN
6.147,24 -1,26%
FAİZ
40,75 -0,54%
GÜMÜŞ GRAM
88,94 -1,71%
BITCOIN
63.924,00 -0,38%
GBP/TRY
62,9324 -0,10%
EUR/USD
1,1396 -0,18%
BRENT
79,04 3,99%
ÇEYREK ALTIN
10.050,73 -1,26%
Diyarbakır Açık
Diyarbakır hava durumu
27 °

Remezan Bakur: Zimane û seke

IMG_8829

Ez her dixwazim li ser mijarên cûda, li ser rojevê û rûdanên  dawîyê yên li Kurdistanê, Rojhilata navîn û Cihanê binivîsim, lê ji bo zîndîkirin û geşkirina ziman, mijara nivîsên min her zimane. ji ber li bakurê Kurdistanê piranîya rewşenbîra bi tirkî di nivîsin. Gelek nivîskarên Kurd û rewşenbîrên Kurd pirtûkên xwe yên mijarên wan dirok û serborîyên dîrokî, bi tirkî di nivîsin. Gelek Kurdên kovar û rojnameya di weşînin û gelek Kurdên malperên medya civakî bi kar tînin û pervekirina diken jî tev bi tirkî ne. Di nava hemû weşan û parvekirina da mixabin beşa Kurdî sere sedê belkû deh’e (%10) ji ber wê bi rikmane û israr bi Kurdî di nivîsim û dê binivîsim.

Di nava gele me da gelek kes hene welatperwerin lê bi kurdî na axivin. Eger hewldan bi Kurdî biaxivin, ferhenga maye di hişên wan da têra nake gotin û merema dile xwe bînin ziman, dev ji Kurdî berdidin û bi tirkî axiftina xwe di domînin. Dema em têknegehin, wê deme em nikarin di welatperwerîyê da û maf xwestintinê da bibin yek. Eger em bi zimanê xwe têknegehin û bi zimanê xwe hişmendîya netewatîyê pêş nexin, wê demê çi ferq û cûdahîya me û rewşenbîrên biyanî yên behsa me Kurda dikin dimîne. Netewebûn û avabûna welat li ser bingeha ziman dibe.

Dema ez zimanê Kurdî û zimanên biyanî berawerd dikim û didim ber hev, çi ji kûrahîya wateyê û çi bi dewlemendîya peyva, ez dikarim bejim bi zimanê Kurdî, ji zimanên din bê mecazî, zelaltir, pêtir û xweştir mirov dikare mijara vebêje. Ji ber wateya hindek peyv û navên Kurdî di zimanên biyanî da na bînim.   Berawerdkirin û bi dana ber hev dewlemendîya zimanê Kudrî di bînim. Min di nivîsa xwe ya berî vê nivîsê da hindek mînak dabûn, ji xe di nivîsen xwe da, ez wan peyvên di zimanên biyanî da berhemberên wan neyî bi kat tînim. Ji ber wê na xwazim mînaka bidim da nivîsa nim gelek dirêj nebe.

Mixabin gelek rewşenbîr û nivîskarên me yên welatperwer dema pirttûka bi Kurdî dinivîsin, ji ber ne siwar û serwextên zimanê Kurdî ne, li ber ferhengê, bi hişmendîya tirkî, zimanekî hişk, zimenekî zorkuştî, zimenekî zext lê kirî û lawaz dinivîsin. Ji ber wê xwînêr û xwendeva di warê têgihanê da zehmetîyê dikêşin û ji ber wê xwendina Kurdî û wêjeya Kurdî pêş na keve. Di heman deme de pirtûkên kurdî kêm tên xwendin. Mixabin hejmareke kêm ya rewşenbîr û nivîskarên Kurd hene, siwar û serwextên zimanin, ji ber siwar û serwextîya wan, pirtûkên wan di warê xwendinê da herikbarin û mijara pirtûkê xweş tê fehimkirin. Ez dikarim bejim çi bi vehûnana mijarê û çi bi vegotina xwezayê  pirtûkên wan bi tama zimanê Kurdî ne.

Gelek kes dibêji da dijberên me bizanin em çi dibêjin, em bi zimanê wan di axivin, di nivîsin û parvekirina dikin. Lê bi bawerya min ne wisa ye. Min heta niha ji bo çu kovar, rojname û malperên medya civakî, ji xeynî zimanê Kurdî, min ne nivîsîne û çu carê na nivîsim. Ji be ez her dem dibêjim kesên bixwazin di axafti, nivîsandin û parvekirinin me têbigehin, em bi zimanê xwe binivîsin jî wê têbigehin. Lê kesên ne xwazin di axafti, nivîsandin û parvekirinin me têbigehin, em bi zimanê wan binivîsin jî tênagehin. Têgihan bi heskirinê û vîyanê ye, eger heskirin û vîyan nebe têgihan jî nabe.

Di parastina ziman da rola hûnerê û wêjeyê gelek mezin û girane. Di van salên dawî da hênerê û hûnermenda rola xwe bi cih anîye û tînin. Medya civaki bê serperiştî, bê kontrole û rola xwe bi temamî bi cih na înê, rola wê jî gelek girînge. Di warê wêjeyê da pirtûkên mijara wan Kurd, Kurdisten û serpêhatîyên Kurda ji nîvê zêdetir bi tirkî hatine nivîsandin. Belkû di derheqê dirokê da nifşê me yê nû sûdê jê wergire, lê nifşê me yê nû ji zimanê Kurdî bi dûr têxe. Ev jî şaşîyeke gelek mezine. Kurd ji pirtûkên Kurdî pêtir pirtûkên bi tirkî dixwînin.

Di warê wergêrê da em gelek mane li paş. Nivîskar û rewşenbîrên me li ser zimanê Kurdî hewl û bizavên xwe di domînin. Lê Kurd pirtûkên rewşenbîrên Kurda bi tene na xwînin. Pirtûkên wêjeya neteweyên hemû Cîhanê jî di xwînin, ji ber wê hewce dike kare wergêrê ji li ba me xurt bibe. Gelek hewceye wergêra pirtûkên wêjeya neteweyên cihanê ji bo zimanê Kurdî were kirin, da nifşê me yê nû ji bo xwendina wêjeya Cihanê hewceyî zimanên dagirkera nebin. Hewceye rêgirî bi hewcebûna zimanê dagirkere were kirin. Di rewşa vê serdemê da erkê mezin dikeve ser mile diyaspora Kurd. Diyaspora Kurd dikare vi kari pi serkeftin bike.

Heta niha min sê roman bi Kurdî nivîsandine û dane çapkirin. Ya pêşîyê Enfala Jîyanê, ya dudoya Leyla Tîyarî û ya sîya Kole Simayîl. Ya çare, bi navê  Heşt Meh û Sê Demsal  di deste min da ye û bi dawî ne bûye. Ez ji bo çapkirinê li ser dixebitim. Gelek nasa û rewşenbîrên tirka gotîne min em dixwazin pirtûkên te bixwînin û daxwaz ji min kirîye da ez wergêra wan ji bo zimanê tirkî çêbikem. Lê min ne xwestîye ji bo zimanê tirkî wergêrê çêbikim. Ez dizanim dem amin wergêra wan çêkir disa Kurd dê bi tirkî bixwînin. Ji tirka yên bixwînin dê bibin hindek kesên rewşenbîr û hindek kesên demoktat.

Dema ez wergêrê ji bo zimanê tirkî çêbikim ez dê xwe wekî tawanbarekê hîs bikim û xwe ji erk û armancên xwe bi durketî hîs bikim. Ji ber wergêra ji bo zimanê tirkî çêbikim çû fayde li erke min yê bingehîn nabe. Ez dixwazim wergêr ji bo zimanên Cihanê were kir, lê ji bo zimanê dagirker û layandara na xwazim. Ev bi sala ne ji bo zimanê Kurdî di xebitim, vêca ez dê çaw kevime ber berjewendîyên xwe û ji parastina doza xwe, zimanê xwe berdim, çawa dev ji erke xwe berdim.

Hêvî dikim êdî gele me yê Kurd di warê netewatîyê û netewebûnê da kûr û dûr bifikire. Hêvî dikim rêxistinên me Kurda li ser kare xwe bi hûrgulî bifikirin bixebitin. Welatê me Kurdistan, netewame gele Kurd û zimanê me Kurdî bikin armancên xwe yên hevbeş û ber bi paşerojeke geş ve biajon.

 

YORUM YAP

Yorum yapabilmek için kuralları kabul etmelisiniz.
Yeni bir yorum göndermek için 60 saniye beklemelisiniz.

Henüz bu içeriğe yorum yapılmamış.
İlk yorum yapan olmak ister misiniz?