
Di dîroka Cîhanê da, di hemû zimana da, bi lêv kirin û nivîsandin gelek ji hev cûda ne. Bi lêvkirin di hemû zimana da; ziman sivik, bisteh û bê li ser fikirîn û endazyarîyakê tê bi kar anîn. Lê di nivîsandinê da; zanabûn, têgihan, şirovekirin û endazyarîyeke ziman hewce dike. Bi her şeweyekê berçave, di dîroka Kurdistanê da zimanê Kurdî di qada jîyanê da, ji bo çand, hûner û wêjeyê ji nivîsandinê pêtir bi lêvkirinê hatîye bi karanîn. Zimanê Kurdî bi lêv kirine xudan bandore û gelek xurte. Mînak û daneyên herî baş wêjeya Kurdî ya klasîk û dengbêjî ye. Ez dê di vê nivîsa xwe da behsa cûreyên wêjeya klasîk û bandora wan ya li ser ziman bikin.
Min got di vê nivîsa xwe da ez dê behsa wêjeya klasîk bikim. Mirov dikare bêje wêjeya klasîk li nav gelen rojhilata navîn wêjeyeke hevpare. Ji ber; li rojhilata navîn doma desthilatdarîya dewleta Osmanî û dewleta Sasanî gelek dirêje. Her du dewlet xudan desthilatdarîyeke olî ne. Van her dû dewleta gelen rojhilata navîn xistîne bin desthilatdarîya xwe û çendîn sedsala desthilatdarîya xwe domandîne. Wêjeya gelen rojhilata navîn di bin bondara van dewleta û bawerya Îslamê de maye. Wêje bi cûreyên xwe hema bêje bûye wêjeyeke hevpar, ziman wekî hev bi kar anîne, zimanêkî pirzimana û tekel bi kar anîne, çav li hevdu kirîne, mane di bin bandora hev da.
Di wêjeya klasik ya rojhilata navîn da, ferqa Fizûlî, Baqî, Ruhî yê Bexdadî, Hafizê şîrazî û Melayê cizîrî nîne. Hemûya bi qalibên arûzê zimanekî tekel bi kar anîye, ango bi heman tarzi nivîsîye
Ji ber wê Melayê Cizîrî di helbesteke xwe da bi vê beytê behsa havçerxê xwe Hafizê Şîrazî dike û xwe ji wi serkeftîtir dibîne
Ger lu’lue mensurî ji nezmê tu dixwazî.
Wer şi’rê Mela bîn te bi Şiraz-î çi hacet.
Bercave di wêjeya klasîk da zimanên rojhilata navîn bûne wekî zimanên tekel û tevilhev, peyvên Kurdî, peyvên erebî, peyvên tirkûmanî di heman helbestê da hatîne bi kar anîn. Bi van cûre û tarzên wêjeyê, peyvên zimanên neteweyên ciran, û rêzik û qeydên neteweyên ciran ketine nav zimanê nivîskî. Ji ber wê ji bo parastin û kar li ser kirina zimanê Kurdî hewce ye ne wêjeya klasîk wêjeya devkî mînak were qebûl kirin.
Rewşenbîrên Kurd bi zimanê Kurdî, ji alîyê wêjeyê ve çû dema ji rewşenbîrên Cîhanê ne mayîne li paş. Rewşenbîrên Kurd di her qirnekê da bi hevçerxên xwe yên Cîhanê ra nivîsîandîne, berhem afrandîne û çapkirîne. Lê di nivîsandinê da, ji cureyên cûda yên wêjeyê û tarzê nivîsandinê da zimana bandor li hevdû kirîne. Bi karanîna di wêjeya cureyên cûda da û tarzên nivîsandinê da, dubare dibêjîm, çav li hevdu kirîne, şibî hevdu nivîsîne, mane di bin bandora hev da û peyvên zimanên neteweyên cîran di berhemên xwe da bi kar anîne.
Nivîskar û mamosteyên wan serdema tev ji medreseya derketîne, hemû mamostayên olî û mela bûne. Di destpêkê da, bi erebî û tîpên aramî û dersen olî dest bi perwerdeya xwe kirîne. Piştî perwerdeya olî dest bi ulmen cûda kirîne. Bandora îslamê bandoreke gelek mezine, bandora wê li ser wêjeyê girane. Ji ber em pê dizanin, berhemên wêjeya klasîk, yên mayîne di bin bandora zedeştî, êzidatî û elewîyetîyê da nînin. Desthilatdarîyên rojhilata navîn hukumdarîyên xwe bi bawerya İslamê xurt kirîne û domandîne û hêza baweryê hêjî bi bandoreke gelek mezin di dome.
Di bin bandora Îslamê da çend cureyên wêjeyê pêş ketine, wekî wêjeya dîwanê ( bi tirkî divan edebiyatı), wekî wêjeya tasavûfê û di nava gela da wêjeya gelêrî pêş ketîye. Em dikarin bejin di wêjeya dîwanê da pênûsa herî xurt, yek jê melayê Cizîrî ye, di wêjeya tasavûfê da li nav Kurda gelek bi pêş ne ketîye, lê hindek mamosteyên wekî Melayê Bateyê di hindek helbestên xwe da bi kar anîye. Di wêjeya geliri da serkêşê wêjekara bê guman Feqîyê Teyra ye.
Di her cureyê wêjeyê da ziman bi taybetmendîyên wê wêjeyê hatîye bi kar anîn. Wêjeya Diwanê wekî ji navê wê tê zanîn, wêjeya koçik û diwanxaneya ye, ango wêjeya payebilinda ye, wêjeya mîr û mezina ye, çu têkilya wê bi gel nîne, behsa kul û xemên xelkê nake, behsa dinyadarî û hejarîyê nake, bi tenê behsa heskirin û meth û pesnên heskirin û evînê bi zimanekî tekel tê bi kar anîn û qalibên arûzê hatîne bi kar anîn, (wekî; faîlatun faîlatun mefaûlun) hemahengîya wêjeyê ji qalibên arûzê tê û pirzimane, ji ber wê melayê Cizîrê di helbestên xwe da peyvên erebî û tirkumanî bi kar anîne û rêzik û qeydên hevbeş yên neteweyên cîran bi kar anîne. Bi kurtasî wêjeya dîwanxana bandoreke ne erênî li ziman kirîye.
Di heman deme da wêjeya tasavûfê her çend tiştên neberçav kiribe mijara xwe; wekî Xwedê, wekî axret û qiyamet, wekî nefs û wekî xwestek û viyana dil û derûnî mijara wêjeya tasavûfê be, disa jî zimanekî tekil bi kar anîye bandoreke ne baş li ser paqijîya ziman kirîye.
Di nava cureyên wêjeyê da ji alîyê ziman ve wêjeya herî pak û xweser wêjeya gelêrî ye. Mirov di helbestên Feqîyê Teyra da dibîne çawa Kurdîyeke nêzîk bi lêv kirina dengbêja bi kar anî ye. Çawa bi taybetî ji rêzik û qeydên zimanê Kurdî derneketîye.
Dengbêjî çandek û hûnereke xwesere. Dengbêjî hunereke kurdewarî ye. Dengbêjî ne bi tene stran gotine, ne ji newayên mûzîkê û cureyên mûzîkê ye. Newa û miqamên strana yên li Cihanê bi bandor diyarin. Wekî ; Arebsk, Pop, Raq, miqama Tasavûfê, miqama Kurdîhîcaz, miqama Sêgeh û hew. Stranên dengbêjîyê vegotina bûyer û serpêhatîya, wekî berhemekî wêjeyê were çapkirin û mayînde kirin, bi newayên herêmên cûda ye. Wekî ; Lawik, Heyranok, Şeşbendî û hew. Dengbêjî tarzekî xwesere û ne maye di bin bandora çû tarzên wêjeyê û mûzîkê da. Rêziman, rêzik û qeydên zimanê Kurdî ji kûrahîya dîrokê heta vê serdemê paqij û bê kêmasî bi kar anîye û parastîye.
Ji ber van sedemên me li jor nivîsî, heger karek li ser ziman were kirin, hewceye zimanê dengbêja mînak were girtin. Ji ber tarzên wêjeya kilasîk bandoreke xirab li ziman kirîye, rêzik û qeydên zimanên cîran tevilî zimanê me kirine, peyvên bîyanî yên di zimanê Kurdî da hewce neke xistîne di şûna beyvên Kurdî da û peyvên Kurdî di ziman da bê bandor kirîne û ji ziman derxistîne.
Lê bi saya pirbûna zarava, devok û dengbêja gelek peyv hatîne parastin û mane di nav ziman da. Di nivîsên rojên werin da em dê bandora xirab ya wêjeya kilasîk bi hindek minaka, bi berfirehî û bi hûrgulû li ser bisekinin. Mînak; di yekhejmar û pir hejmarîyê da rewşa peyvê. Gihaneka kû (bi raya min ne gihaneke) ya wêrankar ji kîve hatîye û kengî hatîye ketîye nav zimanê me, di zimanê Kurdî da bandora wê ya xirab em dê raêxin ber çava û bi hûrgulî li ser bisekinin.


