
Di 27ê Sibata 2025an de, metneke ku wekî encama qonaxeke nû ya lihevkirina di navbera Dewleta Tirk û rêberê PKKê Abdullah Ocalan de hat binavkirin, ket rojevê. Ev metin ji belgeyeke siyasî bêtir, wekî manîfestoyeke sosyolojîk a li ser çareseriya kulturalîst hat nirxandin. Ocalan di vê metnê de bi awayekî zelal tîne ziman ku modelên klasîk ên wekî dewleta neteweyî, federasyon an jî xweseriya îdarî ya ser bi dewletê ve, ji bo sosyolojiya civakî ya dîrokî ne çareseriyên herî guncav in. Ocalan li şûna van modelan entegrasyoneke di bin komareke demokratîk ya bi Tirkiyeyê re pêşniyar dike. Ev nêrîn di nav raya giştî ya Kurd de bû sedema nîqaşeke nû.
Beşekî Kurdan ev nêrîn rexne kirin û ew wekî metodekî ku rê li pêşiya tasfiyekirina hêmanên bingehîn (ziman, dîrok, kevneşopî) ên nasnameya Kurdî vedike, dîtin. Beşekî Kurdan jî, ji ber hesasiyetên rewşa trajîk a Rojava û rewşa siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê, wekî Kurd dibêjin "di guhê ga" da be, tercîha bêdengiyê kirin. Lê îro êdî ew rewşa trajîk a Rojavayê Kurdistanê ku wekî cinazeyekî li pêşiya çavê Kurdan mabû, ji qada şînê derbas bû. Ji vê demê pê ve herkes dizane ku bêdengî êdî nabe çareserî. Divê nîqaşên navxweyî bi her awayî pêk werin û vê pirsê ji xwe bikin: Gelo di sedsala 21an de, mafên çandî yên di nav entegrasyoneke bê garantî-statûyên siyasî de, ji bo neteweyekî ku sed sal in di bin polîtîkayên asîmîlasyonê de dinale, derman e an xefikek e?
Ji bo em rêyeke rast li pêşiya vê pirsê kivşe bikin, divê em di pêş de li ser koka têgeha "gel-millet" ronahiyke bigrin. Fîlozofê Alman Johann Gottfried Herder, di sedsala 19’an de bi têgeha "Volksgeist" yanê "Ruhê Gel" şoreşek çêkir. Ji bo Herder, milet hebûnekî zindî ye ku ruhê wî di ziman, stran, çîrok û folklora wî de veşartî ye. Herder digot, gelê ku zimanê xwe û çanda xwe winda bike, dilê xwe winda kiriye, yanê mehkûmê mirinê ye. Wî digot çand di avabûna nasnameya gelekî ya neteweyî de ji sê stûnan (ziman, çand û xak) yek ji stûna bingehîn e. Her çendî fikrên Herder di sedsalên borî de bûn bingeha avabûna dewletên neteweyî yên cihanê, îro ramanên Ocalan dixwazin vî ruhî di nav komarek demokratîk de biparêzin. Nihayet ev fikrên Herder di nav gelên cîhanê de gihîşt asteke bilind ku rê li pêşiya îdealên neteweyî vekir. Dema ku em di vê çarçoveyê de lê dinihêrin, teoriya Herder di avabûna nasname û dewletên neteweyî de wekî encameke dîrokî derdikeve pêşiya me, lê gelo ev ruh bêyî statûyeke di nav vê entegrasyona bi Tirkiyayê re dikare li ber xwe bide?
Hê ev ji aliyê fîlozof û zanayên folklorê de wekî teoriyeke nehatibû pênasekirin, em dibînin ku Kurd bi sedsalan bi saya vî ruhî (Volksgeist) li ser piyan mane. Kurdan bêyî ku bi sedsalan xwedî dewleteke fermî bin, hebûna xwe ya ontolojîk bi çand û zimanê xwe parastine û li dijî windabûnê li ber xwe dane. Wekî Heidegger digot ziman mala hebûnê ye, Kurd di wê malê de her wekî xwe jiyane. Wêjeya devkî, dengbêjî û çîrokên koka xwe ji Med û mîtolojiya Mezopotamyayê digirin, bûne mertalên herî xurt li dijî asîmîlasyonê. Lê divê em vê rastiyê bibînin ku di sedsala 19an de ev hêmanên ontolojîk ên suriştî bi teoriya Herder bû motora hemû dewletên neteweyî. Birayên Grimm li Almanyayê bi hezaran çîrok û stranên gelêrî kom kirin ku yekîtiya Almanan ava bikin. Wiliam B.Yeats li Îrlandayê folklora Keltî şiyar kir da ku bingeha serxwebûnê bide avakirin. Vuk Karadzic çîrok û stranên gelêrî yên Sirban kom kirin û zimanê Sirbî yê nûjen ava kir. Yanî bi teoriyên modern re çand hem wekî hêmanekî esasî di avakirina statûyeke siyasî de ketiye dewrê û hem jî ji bo domdariya çandê, hebûna statûya siyasî wekî şertekî hatiye qebûlkirin.
Zanyarê folklorê R. Dorson bêtir ronahiyê dide ser rêya me û têkildarê pirsa ku me di destpêkê de ji xwe pirsîbû, bala me dikişîne ser cudahî û sînorên navbera folklora resen û ya sexte (fakelore). Binêrin, dema dewletek mafên çandî dide lê nasnameya siyasî ya civakê nas nake, ew çand ji koka xwe ya berxwedêr diqete. Çanda ku dikeve bin kontrola dewletê dibe xemleke, dibe dekoreke, dibe "fakelore". Eger huner û zimanê Kurdî tenê di şahî û merasîmên civakî an radyo û televizyonên dewletê de bimîne, ew êdî nakeve xizmeta pêşketina neteweyî. Berovajî, dibe amûreke bêtesîr û asîmîlasyoneke nerm/hêdî ku di bin navê entegrasyonê de pêk tê.
Dema em bi çavê teoriya Dorson li rewşa siyasî ya bi stratejiya tenê bi wê metna 27ê Sibatê re girêdayî dinêrin, em di duryana folklor û folklora sexte (fakelore) de, berê xwe li ser riya "fakelore" dibînin. Heger ev pêşniyara entegrasyona bê statûya xweser nebe xwedî garantiyeke hiqûqî, dewlet bi zanebûn derî li ber çandeke dekoratîf vedike. Eger tu çandê û wêjeyê ji nav rehên jiyana rojane qut bikî û bikî mijara muzexaneyan, tu di rastiyê de wê çandê diqedînî. Li dewsa qedexekirin û zordariyê, rêya asîmîlasyoneke nerm ku ruhê civakî û neteweyî hêdî hêdî pûç dike, vedike.
Di sedsala 21an de dixuye ku dewlet êdî naxwazin bi zorê ziman qedexe bikin, wekî bi salan e di televziyonên xwe de kirine xemleke, motifeke civakî, dixwazin ziman bêbandor bikin. Zimanekî ku nebe zimanê perwerdehiyê, edalet û bazirganiyê, di bin navê mafên çandî de tenê wekî hobiya folklorîk tê mehkûmkirin. Baş tê zanîn, çanda ku bibe hobî, piştî çend nifşan mehkûmê windabûnê ye. Ji bo em bibînin ka ev çawa dibe xefikeke asîmîlasyonê, bes e em li dîroka xwe binerin: Mînaka 40 hezar hemalên Kurd ên di 1908an de li Stenbolê derseke dîrokî ye; her çend wan bi Kurdî biaxivîbana jî, ji ber ku di nav pergala dewletê de xwedî nasnameyeke qanûnî û rêxistinbûyî nebûn, di nav pêla modernîzma asîmîlasyonkar de winda bûn. Wekî miletên Laz, Çekes, Suryanî û yên din.
Di dîrokê de mînakên vê pir in. Di sedsala 19an de, gelek gelên di nav împaratoriya Awusturya-Macaristanê de bi kulturalîzmê hatin xapandin. Mafê wan hebû ku bi zimanê xwe biaxivin, lê desthilatdarî û statû di destê elîtên Alman de bû. Di encamê de, ew gel di nav çanda serdest de heliyan, heta ku wan fêm kir ku bêyî statûya siyasî parastina çandê ne mumkûn e. Tenê piştî ku wan daxwaza serxwebûn û statûya siyasî kir, karîbûn hebûna xwe ya neteweyî bikin garantiyê.
Rewşa Rojava ya piştî 14 salan mînaka herî berçav e. Rojava bû sembola îradeyeke ku bi xwîn û berxwedaniyê hatibû avakirin. Îro ku ev îrade bi xetereyên mezin re rûbirû ye, Kurd neçar in ku ji nû ve li ser lihevkirin û stratejiyên nû bifikirin.
Mixabin, siyaseta Kurdan di van salên dawî de di navbera dîplomasiya rojane û parastina hebûna neteweyî de asê maye. Di siyaseta Kurdan de, gelek caran mafên çandî wekî mijareke teknîkî an jî tenê wekî pêdiviyeke demokrasiyê tê dîtin. Lê ev rastî wekî reçeteyeke dîrokî her daîm li ber çavên me sekinîye: Bêyî xwedîderketineke li ser bingeha statûyê, asîmîlasyon bi awayekî sîstematîk xwe her tim didomîne.


