
Misto digo lê Meyrê dilê mi dibêye
qesem bikim bi navê Xwedê ye
Xwedê zane îro jê tê bîna xwînê ye
...
Ev destana dengbêjiyê ya xwînî ku Dengbêj Mehmûdê Hesê aniye ziman, îro jî wekî şewlekî li ser kûrahiya wêjeya devkî ya Kurdî diteyîse. Destana "Kafir Mistê" daxûyaniya qedereke reş e ku li neqeba Çiyayê Pîr Ehmedê li ser çîrokeke evînî û revandineke bi zor hatiye hûnandin û me bi portreya psîkopatekî sedsalan berê re rûbirû dihêle. Em îro behsa vê destana taybet dikin, ji ber ku “Kafir Mistê” yek ji dirêjtirîn û taybet destanên di edebiyata devkî ya Kurdî de ye û bi sedsalan pêş de hatiye gotin, berî ku romanên krîmî yên rojavayî derkevin, berî analîzên psîkolojîk ên Freud, berî ku edebiyata rojavayî bi Raskolnikovê Dostoyevskî bihejîne an jî Hannibal Lecterê Thomas Harris bike kabosa sînemayê, di nav rîtmên dengbêjiya Kurdî de wekî fenomenekî psîko-sosyolojîk e, berî her tiştî.
Ev çîrok li Çiyayê Pîr Ehmdê yê li parêzgeha Hewlêrê, di navbera sînorê herêma Soran û Sîdekanê (Li devera Bradost) da ye, di devê dengbêjan de, bi sedsalan pêş de hatibû honandin. Em dixwazin balê bikişînin ser vê destanê, da ku em bibînin ka wêjeya me ya devkî çiqas pêşketî, çiqas kûr û çiqas pisîkolojîk bûye, berî ku cîhan li ser van mijaran biaxive. Dengbêj Mehmûdê Hesê, yê ku bi kilamên xwe yên ji herêma Amedê, Mêrdînê û Rihayê navdar e, ev destan bi awayekî wisa xurt û bi wêneyên zindî vegotiye ku mirov di dilê xwe de dengê tifinga Devreş, bîhna xwîna li neqeba Çiyayê Pîr Ehmedê, nalînên Meyrê û hêrsa zilamekî ku ji mirovahiyê qut bûye, dibîne.
Hikayet bi vî awayî dest pê dike: Rojeke du dewrêş dibin mêvanê mala Ferhê Bozê, bavê Kafir Mistê. Çavê wan li kew û qefesên seydê yên Mistê dikevin. Ji Mistê re dibêjin: "Ji xêra Xwedê ra madem ku tu seydvan î, te xwe berra çiyayê Pîr Ehmedê bida û te seyda kewa bikira, te zanîba ji xwe re seyd kiriye û kewa digire." Kafir Mistê eba xwe û tifinga xwe ya bi navê "Devreş" hildide û berê xwe dide Çiyayê Pîr Ehmedê ji bo seyda kewan. Wekî dengbêj tarîf dike; Misto seydê dike, kewên xwe diperitîne, dibirêje û dixwe. Mistê ku çiya û daristan jê re war û hêlîn bûye, li neqeba çiyayê Pîr Ehmedê pêşa ebayê xwe radixe û Devreşê ji xwe re dike balgî û serê xwe davêje xewê. Bi destê sibê ra xwe berdide Mêrga Gulîstanê nava keriyek pez ku bi dengê bilûra xwe, şivanek li dû xwe dikşîne. Ew hê bi şivan re di nava suhbetê de ye, du keçik xwe berra nava keriyê pez didin: Meyra qîza Cewer Begê yê reîsê eşîrê û cêriya wê. Çavê Mistê dikeve Meyrê. Mistê di nava çend deqeyan de biryara xwe dide û bi darê zorê Meyrê direvîne, dibe neqeba Çiyayê Pîr Ehmedê. Şerê xwînî dest pê dike: Bavê Meyrê (Cewer Beg), birayê wê yê mezin (Xelîl Beg) dikuje û birayê wê yê biçûk (Qasim) birîndar dike. Kuştin ne bi hêrs e, bi sarî ye. Mistê bi tifinga xwe ya navdar “Devreş” wan yek bi yek dike hedef û wekî hebên genim dineqîne. Lê kuştina bav û birayan Meyrê têr nake wî. Ew dixwaze her tiştî bi destên xwe kontrol bike, her êşê bi xwe bijî, her tolê bi xwe hilîne. Ji wir û pêva xwîna mirovan wekî xwîna kewên serjêkirî li du mistê dipijiqe û di şopa wî de diherike.
Kafir Mistê, lawê Ferhê Bozê yê ji Mala Çilqedê û nêçîrvanê Zozanê Rindolê, di nav rûpelên destanê de wekî kesayetekî ji sînorên xwe derketî tê xêzkirin. Dengbêj, di destpêka destanê de ronahiyeke li ser rêya ku diçe derûniya wî dide: “Mistê seydvanekî kewan e; jiyana wî bi temamî li çiya ye, karê wî her tim seyd û tifing e. Ew di dîwana bavê xwe de qet rûneniştiye; her dem li ser şopa nêçîrê ye.” Dengbêj di serê destanê de, wekî psikanalîstên dema modern, ji bo analîzeke sosyolojîk li ser derûniya Mistê, pêlekana li pêş radixîne.
Di hundirê strukturên civaka Kurd a klasîk de, dîwan wekî dibistana ehxlaqî, empati û perwerdehiya mirovî û çandî ye. Kesê ku xwe ji bereketa wê mehrûm dihêle, ji qanûnên civakî jî dûr dikeve. Mistê, ku di zaroktiya xwe de tim li çolê û li dû kewan bûye, êdî bûye parçeyek ji xwezaya hovane ku tê de kuştina mirov û girtina keweke wekî heman tişt tên dîtin. Dûrketina ji nasnameya civakî, tenêbûna li çol û çiyan, kuştina heywanên çolê bûye sedem ku ew hesta rehm û wijdanê winda bike û qanûnên xwe yên hov ava bike. "Kafir" bûna wî ne ji bêbaweriya bi Xwedê ye, ji tunebûna rehm û wijdanê wî ye. Ji ber vê yekê, civak wî wekî "kafir" an jî, bi terma modern, "psîkopat" dibîne – mirovek ku ji civata xwe dûr ketiye, dilê wî bi sarî û bi plan dixebite. Heger psîkanalîstên dema modern vê çîrokê analîz bikirana, ew li ser sedem û faktorên pîskopatiya Mistê yên ku dengbêjan tespît kirine, wê negihîştana encameke cuda.
Dengbêj Mehmûdê Hesê, bi hostetiyeke bêhempa tîpên vî karakterî xêz dike. Mistê hem kujêrekî sar e (psîkopat) û hem jî mazoşîstekî hişmend e ku tîbûna xwe ya serkeftinê bi jan û xwînê dişikîne. Ew her tim lîstikên xwînî, dehfikên tehl, rêyên bêveger çêdike ku bi zanebûn rê li xwe û jiyana mirovên din asê dike. Dema ew diçe Qesra Cobaniyê cem kirîvê xwe yê xwînê Hesenê Bedirxan Begê (xwediyê kulîna xwînê), xwe wekî mirtibekî bêkes nîşan dide û jê dixwaze Meyra ku mahrbiriya Şemo lawê Salih Axayê Modikî ye bi destê wî li xwe mahr bike, yanê mahrê li ser mahrê bibire. Ew bi zanebûn îşkenceyê, lêdanê û heqaretê qebûl dike. Mistê, ji bo ku dijminê xwe di nav lîstika xwe de bifetasîne, pêşî canê xwe dixe nav agir. Ew ji ber êşê naqêre, bêdeng dimîne. Berevajî, ew êş wî amadeyî kêliya dawî ya serkeftinê dike. Kafir Mistê stratejiyeke aqilane bi kar tîne ku bi êşê bigihîje armancê. Ev mazoşîzma stratejîk ya Kafir Mistê ji kêfê bêtir ji bo xapandina mutleq a pergalê ye. Ew hêza janê wek rêyek ji bo serkeftineke mutleq dibijêre.
Dîmenê din hê hovtir e: Dema Salih Begê Modikî ji destê wî difilite û di avê de dixeniqe, yanê bi saxî nakeve destê wî, ji hêrsan xwîn dikeve çavê Mistê. Ji ber ku Mistê naxwaze ew bi serê xwe bimire, dixwaze mirina wî bi destê xwe birêve bibe, metoda mirinê ew bixwe bibijêre. Ji bo wî, her mirinek ku ne bi destê wî be, têkçûnek e. Ev daxwaza kontrolê ya li ser jiyan û mirinê, lûtkeya xwînî ya psîkolojiya mirovî ye ku di destana bi navê Kafir Mistê de sedsalan berê cih girtiye.
Ev destan bi naveroka xwe ya revandin, kuştinên sar û rijandina xwînê û manîpulasyonê, dişibe romanên krîmî yên klasîk û modern ên rojavayî. Wekî di romana "Sûc û Ceza" ya Fyodor Dostojevskî de, ku Raskolnikov bi kuştina sar û hov psîkolojiya hovîtiyê û têkoşîna hundirîn vedikole, Kafir Mistê jî bi planên xwe yên sar û bê empatiyê, hovitiyê di nava civaka eşîrî de pêk tîne. Herwiha, di romana "American Psycho" ya Bret Easton Ellis de (ku paşê bû fîlm jî), Patrick Bateman zilamekî psîkopat û mazoşîst e ku bi hovitiya xwe ya rojane û ji êşa xwe ya derûnî kêfê digire. Ev taybetmendî dişibe ya Mistê ku ew bi daxwaza xwe dikeve nava têkilîyên xwînî û pê dilxweş dibe, mîna kuştina bav û birayên Meyrê û lîstika li Qesra Cobaniyê.
Destana Kafir Mistê wek analîzeke kûr a li ser ruhê mirov e. Dengbêj bi vê destanê ji me re dibêje: Mirovên ku ji dîwana bavê xwe qut bûye, dikare hem hov be û hem jî xwe bi êşê bide jiyîn.
Ev tîpê "Kafir Mistê" yê ku di kûrahiya dîrokê de bi dengê dengbêjan hatiye parastin, îro ji bo wêjeya Kurdî ya modern mîrateyeke psîko-felsefîk e. Ev karakterê xwînî ku sînorên hovîtî, jan, evîn û mêrxasiyê li bêjingeke dixîne, ji bo romanûsên Kurd ê nûjen û senarîstên sinemayê çavkaniyeke bêhempa ye. Di wêjeya me ya devkî de, berî ku psîkoanalîz bibe zanist, dengbêjên me kurahiya derûnî ya mirov nas kirine û bi bûyereke civakî re hûnandine.
Mistê wekî kujêrekî sar û qerisî, sembola qutbûna mirovî ya ji civakê ye, neynika ruhê mirovî ye ku di navbera mêrxasî û pîskopatiyê de diheje. Ew ji me re dibêje ku mêrxasî carinan dikare bibe hovîtî û jan dikare bibe stratejiyeke serkeftinê.
Di edebiyata modern de, em dikarin ji vî ruhê asê îstifade bikin, lehengên xwe ligel "baş" û "xirab"iyê wekî mirovên kûr, bi nakokî û bi xof binexşînin. Ji bo ku em mîrata xwe ya wêjeyî di binyata edebiyata modern a xwe de raxînin, divê em cesaret bikin û li wan tarîtiyên di nav klaman de veşartî binihêrin. Her janeke ku Mistê dikişîne û her xwîna ku dirêje, di eslê xwe de dersên psîko-sosyolojîk ên civakî ne ku li benda veguhezîna edebiyata modern in.
Bi hêviya ku em wek miletê Kurd xwedî li vê mîrateya dîrokî derkevin, em vê mîrateyê ji bo ronîkirina kûrahiyên derûnî, civakî û hem avakirina nasnameyeke neteweyî û hem jî avakirina nasnameyeke wêjeyî ya xurt bi kar bînin. Wekî ku dengbêjên me sedsalan berê bang li me bikin û bêjin; janê tenê ji bo serkeftina di rêya azadiyê de qebûl bikin, ne ji bo bindestiyê.


