
Di kûrahîya dîrokê da, hemû rewşenbîrên Cîhane karên xwe bi zimanê xwe kirine, berhem afrandîne, çap kirine. Pêşîyê di nava gelê xwe da bi nav û deng bûne, dûvra navê wan li Cîhanê belev bûye, berhemên wan ji bo gelek zimana hatîne wergêrandin. Rewşenbîrên kare xwe ne bi zimanê xwe kirî, bi qasî tilyên desta kêmin.
Rewşenbîrên kare xwe bi zimanê xwe ne kirî, sedem hene. Yan bi zarokatîya xwe mihacir bûne,fêrî zimanên bîyanî bûne. yan dê û bavên wan mihacirin, perwerde bi zimanê xwe ne dîtîne û fêrî zimanê xwe ne bûne. Ji ber wê berhemên xwe bi zimanê wan welat û neteweya afrandînê yên jiyana xwe û temenê xwe di nav wan da borandî. Ez dê çend minaka ji jîyana wan rewşenbîra bidim, yên ne bi zimanê xwe, bi zimanê bîyanîya berhem afrandî.
Amîn Maalouf; Bi eslê xwe rewşenbîrekî Erebê Lûbnanê ye. Ji ber şerê navxweyî yê Lûbnanê koç kirîye Fransayê. Jiyana xwe li Fransa borandîye û berhemên xwe bi zimanê Fransî nivîsandîne û dane çap kirin. Joseph Conrad : Bi eslê xwe rewşenbîrekî Polendî ye. Jiyana xwe bi mihacirîyê û deryavanîyê borandîye, berhenên xwe bi İngilîzî nivîsandîne û dane çap kirine. Milan Kundera ; Bi eslê xwe rewşenbîrekî xelkê Çekyayê ye. Ji ber zordestî û zordarîya qominîsta ji Çekyayê revîye Fransa yê. Li Fransayê jîyaye û temenê xwe li Firansa yê borandîye. Berhemên xwe bi zimanê Fransî nivîsandîne û dane çep kirin.
Em dikarin çend mînakekên din lê zêde bikin. Zêdetir nînin. Eger kesek kare rewşenbîrîyê bike, hewceye bi zimanê xwe kare xwe bike. pêşîyê bibe rewşenbîrê welatê xwe, paşê yê Cîhanê. Mezinên me gotîye ; Kesê bi kêrî xwe neyê bi kêrî kesekê nayê. Bi heman wateyê mezinên me gotîye ; ji bo xwe, paşê ji bo kesên xwe, paşê ji bo qewmê xwe. Mixabin em îro dibînin ji nîvê pêtir rewşenbîrên Kurd berhemên xwe bi zimanê dagirkerên welatê xwe di nivîsin.Eger rewşenbîrê Kurd û sîyasetmedarê Kurd ne bi zimanê xwe be, wê demê malxirabîyeke mezine û mala xwe bi deste xwe xirabkirine.
Cara yekê, meha Adarê, sala 2012 li Amedê konferansek li ser zimanê Kurdî hatibû li darxistin. Wê demê min dest bi nivîsandina berhemên xwe kiribû û ji bo çap kirinê li weşanxaneyekê di geryam. Ez çûme amedê. Min xwest beşdarî konferansa li ser zimanê Kurdî hatîyel darxistin bibim. Konferans li avahîyê şaredarîya mezin ya Amedê bu. Dema ez çûme avahîyê şaredarîya mezin ya Amedê, min dît hindek kes û xortên zanîgeha Dîcleyê amadekarîya konferansê dikin. Li ber her maseyekê çend xortek rûniştibûn. Ew xort û kesên amadekarîya konferansê dikirin, hemû bi tirkî di axivîn. Min li afiş û belavoka nêrî hemû bi tirkî hatibûn nivîsandin. Bêhna min çik bu, ez aciz bûm. Min avahîyê şaredarîya mezin ya Amedê terikand û ez beşdarî konferansê nebûm.
Hefteyekê piştî konnferansê min li rûpela Nefelê ya înternetê nêrî. Rojnamevan Samî Ergoşî nivîşek di derbarê konferansê da nivîsandibû. Behsa bajarê Amedê û Kurdperwerîya xelkê bakur kiribû. Di nivîsa wi da ya balkêş ew bû, gotibû li bakurê Kurdistanê Kurdperwerîyeke bi tirkî heye. Li bakurê Kurdistanê Kurd Kurdînîyê bi tirkî dikin. Keyfa min gelek bi rexneya wi hatibû.
İro em lê dinêrin rewş heman rewşe. Rewşenbîr bi tirkî berhemên xwe çap dikin, rojnamevanî bi tirkî tê kirin, li ser medya civakî bi tirkî kar û xebatên xwe dikin, siyasetmedar sîyasetê bi tirkî dikin. Dayîkên vê serdemê li malen xwe bi zarokên xwe ra bi tirkî di axivin. Dema mirov vê rewşê dibîne, ji bo zimanê kurdî mirov dikeve nav xof û fikara.
Van rojên borî ez beşdarî pêşangeha pirtûkan ya bajarê Wanê bûm. Rewşenbîr û sîyasetmedara gotûbêjên xwe bi tirkî pêkêş dikirin. Ji ber wê ez beşdarî gotûbêjên wan nebûm. Min ji gelek rewşenbîra ra go; Eger hûn li her dû bajêrên mezin ( Amed û Wan ) yên Kurdistanê vê serdemê gotûbêjên xwe bi Kurdî nekin, hûn dê li kî dere û kengî bikin.
Ji ber van sedema banga mine û hêvî dikim, her kesek bi hesasî li ser vê mijarê û vê pirsgirêka mezin bisekine. Eger na bi rastî li bakurê Kurdistanê paşeroja me bi zimanê Kurdî dê keve xeterîyeke gelek mezin.
Dubare dibêjim; ez nivîsên xwe dirêj nakim da bêhna we xwînêra teng nekim û belkî gelek cara di nivîsandinê da ne bi deste xwe xeletîya dikim. Ji bo şaşî û xeletîya lêborînê ji xwînêra dixwazim.


