
Li ser ziman, gelek stran hatine gotin. Yek ji wan strana bi van peyva dest pê dike “Ay dil dilê rehmanî, tû çend tiştê xweş zanî, ma xweştir heye ji zimanî”? û ji bo rastîye; Min di jîyê xwe da gelek gotinên mezina ji bav û kalen xwe bihîstîne, Mînak “Mezina gotîye rastî şîrê xwedê ye, mezina gotîye rastî tehle, mezina gotîye rastî ne bi dilê her keseî ye”. Ziman neteweya, netewe welata çêdike. Mixabin zimanê Kurdî di van sî salên dawîyê da bi taybetî li bakurê Kurdistanê di nava wêrankirin û li ber ji naçûneke metirsîdar e. Ji ber wê hewce ye di derbarê ziman da rastî werin gotin û bi hûrgulî gengeşe li ser zimanê Kurdî werin kirin. Di vê rewşê da hebûna Rastîyê ji bo min derfeteke, da ez wêrankarîya li ser ziman tê kirin û sedemên ji navçûnê bînim ziman û rexne û pêşnîyarên xwe bikem. Ji bo peywendîdara hindek taybetmendîyên zimanê Kurdî û bandora xirab ya bi xebatên li ser ziman tên kirin desrtnîşan bikim. Di rewşa heyî da hewce dike gengeşeyên berfireh û bi hûrgûli li ser ziman werin kirin.
Pêşîyê rêz û slavên xwe peşkeşî damezrênêr, karmend û xwînêrên Rastîyê. Min demen burî ji bo hindek kovara, li ser mijarên cûda nivîsî bûn. Ev demekî dirêj e ez roman, helbest û nivîsên kovara di nivîsim. Ji ber wê zorî û zehmetîyên bi Kurdî nivîsînê baş dizanin.
Di heman demê da, demekî domdirêje pirtûkên Kurdî dixwînim û da bizanim ka her nivîskarekî ziman çawa bi kar anîye, her nivîskarekî bi Kurdî dinivîse, pirtûkeke wi dixwînim. Dema hindek pirtûkên bi Kurdî hatine nivîsîn dixwînim, ji ber şêwazê ziman bi karanîna wan, bêhna min çik dibe. Hindek cara dev ji xwendina wan pirtûka berdidim û xwendina pirtûkê di hêlime bi nîvî. Nivîskarên gelek pirtûka, şûna bi zimanekî sivik û bi rêkûpêk binivîsin, bi zimanekî zorkuştî, bi hevokên qulipandî û bi zamanekî gelek giran nivîsîne. Ev jî mijareke cûdaye da mirov niqaşa li ser bike.
Min piranî pirtûkên bi zaravayê kirmancî û soranî hatîne nivîsandin xwendine. Mixabin ji bilî xeterîyên li ser ziman, hewl û bizavên li ser ziman tên kirin jî tevilhev û gelek alozin. Tevilhevî û alozî bi qasî xeterîyên li ser zima xeterin. Dema vê rewşê dibînim, nivîsandina li ser ziman ji bo xwe wekî erkekî neçarî dibînim.
Me got ziman neteweya, netewe welata çêdike, Ziman mirova dike xwedanên hest, hîs û heskirinên hevpar. Bi hezaran sala ye zimanê Kurdî tê axaftin û di kûrahîya dîrokê da, bi xwezaya xwe, bê li ser xebitîn, dest tê werdan û li erdnîgarîyeke cûrbecûr, di nava gelê Kurd da, roj bi roj geşedan û pêşvecûn encam dane. Zimanê Kurdî bûye deryayeke peyva û zimanê çandeke zêrîn û dewlemend. Bandoreke gelek mezin li zimanên neteweyên cîran kirîye.
Di dîrokê da mixabin zimanê Kurdî ne bûye zimanekî fermî. Her xebateke li ser zimanê Kurdî hatîye kirin, ji alîyê dilsoz û hejêkerên zimanê Kurdî ve hatîye kirin. Li serdema dewleta Osmanî, li Kurdistanê di medreseyan da ji alîyê zana û mamosteyên olî ve bi awayekî dilsozî û xwebexşî hatîye bi karanîn û li medreseya perwerde pê daye kirin. Di nivîsînê da mixabin dilsoz û hejêkerên zimanê Kurdî, dema ziman bi kar dianîn, wê deme bi karanîna wan ketîye bin bandora zimanên fermî yên wê serdemê. Ji ber wê, berhemên Kurdî yên wê demê hatine afrandin û çapkirin da, zimanê Kurdî bi qasî bi lêvkirin û bi karanîna dengbêja ne bi rêk û peke. Di nivîsînên xwe da peyvên biyanî bi kar anîne û rêzû qeydên zimanên neteweyên ciran û zimanê desthilatdara di nav nîvîsînên xwe da bi kar anîne. Bi raya min heker karek li ser ziman were kirin, ji berhemên di kûrahîya dirokê da hatine afrandin û çapkirin pêtir hewce ye bi lêvkirina dengbêje minek were girtin, ev bi tena sere xwe mijareke hewce dike nivîsîn û gengeşe li ser werin kirin.
Zimanê Kurdî heta vê sedsala dawî bi tîpên aramî hatîye nivîsin. Di vê sedsala dawî da, gorbiheşt Celadet BEDİRXAN li ser zimanê Kurdî xebitîye û tîpên Latînî bi kar anîne. Di wan dema da, di rojnameya Hawar da zimanê Kurdî bi tîpên latînî hatîye bi karanîn û bi doma weşandina rojname ya Hawar li ser rast nivîsînê serrastkirin hatîne kirin. Di heman demê da li nava Kurdên Kafkasyayê, nivîskarên Kurd yên wekî Erebê ŞEMO, bi tîpên alfabeya Kîrîl roman nivîsine û rewşenbîrên wê herêmê rojname ya Rîya teze derxistîne.
Di vê nivîsa xwe da, dixwazim xeterîyên li ser ziman, yek bi yek bi nav bikem û di demên pêşiya me da her xeterî û alozîyêkê wekî mijarekê bi berfirehî ji hev cûda û bi hûrgulî binivîsim. Bi raya min bextreşîya sereke; Bêdewlet û bê desthilatdarî ye. Ji ber dema mirov li kûrahîya dîrokê dinêre, dema Mîrên Kurda xwedan desthilat û di xurt, li bin desthilatdarîya mîrên Kurd, li medreseya perwerde bi zimanê Kurdî hatîye kirin û ziman bi pêş ketîye, berhemên wêjeyê hatîne afirandin.
Bêdewletî û bê desthilatdarî dibe sedema mana me ya bê zimanekî hevbeş. Parastin, bi pêşxistin û standartkirina ziman ji alîyê sazî û komîteyên dewleta damezrandî tê kirin û bi piştgirîya dewleta tên bi rêvebirin. Bi hewl û bizavên şexsî serkeftin û geşepêdan di zimanan da çênabe û pêtir alozî cêdibe. Bêdewletî di dinyayê da, bê xwedanîya herî mezine. Nebûna perwerdeya bi zimanê Kurdî û ne fermîbûna zimanê Kurdî, metirsîyeke mezin li ser ziman çêdike. Di vê serdemê da, asta teknolojî gihayê, ziman nebe zimanê fermî û perwerde neye kirin, bê guman ji navçûna ziman misoger dibe.
Bi doma çendîn qirna ye, zimanê Kurdî ne bûye zimanê fermî. Bi parçekirina Kurdistanê bi sedan sala dagirkerên Kurdistanê zimanê Kurdî qedxe kirin. Bê guman ev zimanê bi hezaran salan e tê axaftin, dê bimîne zîdî û bi hezaran sala li paşerojê wê were axaftin. Lê li bakurê Kurdistanê xeterîyeke mezin ya ji navçûna ziman heye. Ji ber li gund û bajêrên bakurê Kurdistanê edî xelkê me bi zimanê tirkî diaxivin. Di rojên pêşîya me da em dê zimanê hevbeş û bandora desthilatdarîyê û ziman bikene mijara nivîsînê û niqaşa li ser biken.
Xeterîyên din xeterîyên civakî ne û ji du beşên sereke pêk tên.Xeterîya yekê axivîn û bi karanîna ziman. Ya din standart û rastnivîs. Di bina van xeterîyên sereke da em dikarim bi du beşên ji hev cûda bi nav biken.
Xeterîya yeke : Axivîn û bi karanîna ziman.
- Bi taybet li bakurê Kurdistanê xemsarîya gelê Kurd di derbarê zimanê Kurdî da gelek mezine û bûye wekî nexweşîyeke derûnî.
- Di van sih salên dawîyê, di medya civakî da, bi axivîna di tyelevîzyon û videoya da, bi lêvkirina zimanê Kurdî.
- Li her çar parçeyên Kurdistanê, di axivînê da di nav ziman da bi karanîna peyvên bîyanî û ji navçûna ferhenga di hişên mirova da.
- Di axaftinê da bi peyvên kurdî lê bi hişmendîya zimanên serdet û şibandinên zimanên neteweyên ciran.
Standart û rastnivîsîn
Standart û rastnivîsa di rojname û kovarên van si salên borî da derbê herî mezin li zimanê Kurdî daya.
- Li her herêmeke Kurdistanê nivîsîna bi zaravaya û devokên herêmî.
- Rastnivîsa maye bi hêvîya weşanxaneya ve.
- Standarta ne ji alîyê rêxistineke fermî û hevbeş hatîye çêkirin û bi bandoreke xirab li ser ziman û bi karanîna peyva.
- Nebûna bernameyên Kurdî di teknolojîya serdemê da.
- Bê sexbêrî, bê kontirolkirin û xwedi lê derneketin.
Ji bilî van arîşe, xeterî û alozîya gelek mijarên din hene. Em dê wan di nivîsên xwe yên demên were da bi hûrgulî li ser bisekinin.
Kêşe, arîşe û xeterîyên me li jor dîyar kirî, di rojên pêşîya me da, em dê biken mijara nivîsinên xwe û gelek mijarên din yên li ser zimanê Kurdî binivîsin. Di nîvîsa xwe ya pêşîyê da na xwazim xwînêra aciz bikem û biwestînim. Di her nivîseke xwe da dixwazim bi kurt û kurmancî mişkûle arîşe û xeterîyên li ser ziman bi kurtasî, bi zelalî binivîsin û pêşkêşî xwînêrên Rastîyê bikem.
Dubare rêz û silavên xwe pêşkêşî damezrênêr, karmend û xwînêrên Rastîyê dikem û daxwaza berdewamî û serkeftinê dikem.


