
Piştî belavbûna şoba vîrusa Ebolayê li parzemîna Afrîkayê, Wezareta Ewlekariya Navxweyî ya Amerîkayê (DHS) biryarên nû û tund derbarê geştên bo ser xaka wî welatî de da.
Li gorî biryarnameya nû ya DHSê ku biryar e îro Pênşemê bi fermî bikeve meriyetê, rênmayiyên geştê yên taybet bi geştiyarên biyanî ku ji welatên navenda şobê ne, hatin tundkirin.
Li gorî sîstema nû, hemû geştên esmanî yên ber bi Amerîkayê ve ku geştiyarên biyanî yên li Komara Demokratîk a Kongoyê, Uganda yan jî Sûdana Başûr qasî 21 rojan mane tê de bin, neçar in tenê li Firokhaneya Navdewletî ya Washington-Dulles a li herêma Virginiayê dakevin.
Biryarname bi serpereştiya rasterast a Wezîrê Ewlekariya Navxweyî Markwayne Mullin hatiye derxistin. Armanca vê pêngavê ew e ku rêbwarên ji wan herêman tên ber bi firokhaneyeke bi tenê ve bên arastekirin ku li wir hikûmeta Amerîkayê çavkaniyên tenduristiyê yên zêdetir ji bo kontrolkirin û rûbirûbûna nexweşiyê kom kirine.
DHSê herwiha eşkere kir ku ev qedexe tenê geştên rêbwayan li xwe digire û firokeyên barhilgirtinê (kargo) ji van rênmayiyan dusedir in. Berdevkekî DHSê ji bo ragihandinê piştrast kir ku rênmayiyên nû ji bo kêmkirina rîska belavbûna vîrusa Ebolayê ne û Ajansa Parastina Sînor û Gumrikê (CBP) tedbîrên kontrolkirina tenduristiya giştî û çavdêriya geştiyaran zêdetir kirine.
Ev biryara DHSê du roj piştî biryarnameyeke mîna vê ya Navenda Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina Nexweşiyan a Amerîkayê (CDC) tê. CDCê roja Duşemê ragihandibû ku ketina nava xaka Amerîkayê ji bo hemû kesên ku pasaporta wan a Amerîkî nîn e û di nava sê hefteyên borî de serdana Kongo, Uganda yan Sûdana Başûr kirine, hatiye sînordarkirin.
Gumanên şobeke nû ya metirsîdar
Rastî-Navenda Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina Nexweşiyan a Afrîkayê roja 15ê Gulanê piştrast kir ku li rojhilatê Kongoyê şobeke nû ya Ebolayê serhildaye. Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) Tedros Ghebreyesus jî ragihand ku heta niha herî kêm 600 tûşbûyên gumanbar hatine tespîtkirin ku ji wan 139 kesan canê xwe ji dest dane. Ghebreyesus da zanîn ku vîrus beriya ku were tespîtkirin, demeke dirêj di nava xelkê de belav bûye.
Li aliyê din, hat ragihandin ku pizşkekî Amerîkî ku ligel rêxistineke mîsyonerî li Kongoyê kar dikir, bi vîrusa Ebolayê ketiye û ji bo dermankirinê hatiye veguhastin bo Almanyayê. Çavkaniyên agahdar herwiha diyar kirin ku herî kêm 6 welatiyên Amerîkî rûbirûyî vîrusê bûne.
Pisporên tenduristiyê radigihînin ku ev şoba nû girêdayî rûniya (strain) "Bundibugyo" ye ku çi vaksîn yan jî dermanên pejirandî ji bo wê nîn in. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) ev rewş wekî "Rewşa Awarte ya Tenduristiya Giştî ya Navdewletî" ragihand, lê bal kişand ser wê yekê ku hîn negihîştiye asta "pandemiyê".

