
Siyasetmedarê Kurd, Endamê Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Salih Muslim, duh li bajarê Hewlêrê ji ber nexweşiya gurcikê jiyana xwe ji dest dabû.
Li gorî nûçeya RojNewsê; vê şeveqê bi amadebûna hejmarek siyasetmedar û welatiyan li Tiba Edlî ya Hewlêrê cenazeyê Salih Muslim hate wergirtin û ber bi Rojavayê Kurdistanê ve hate rêkirin.
Dê li Kobanê bê veşartin
Hat zanîn ku cenazeyê Salih Muslim dê bi ser Deriyê Sêmalka re bişînin Rojavayê Kurdistanê. Cenaze dê li bajarê Kobanê bê veşartin.

/Ajansa Welat/

