BIST 100
14.387,41 3,22%
DOLAR
46,2772 0,02%
EURO
53,7539 0,39%
GRAM ALTIN
6.455,25 2,84%
FAİZ
41,76 -2,36%
GÜMÜŞ GRAM
105,24 3,94%
BITCOIN
65.664,00 2,64%
GBP/TRY
62,1686 0,17%
EUR/USD
1,1611 0,37%
BRENT
82,74 -5,26%
ÇEYREK ALTIN
10.554,33 2,84%
Diyarbakır Açık
Diyarbakır hava durumu
30 °
  • ANASAYFA
  • GENEL
  • Ji Malbata Selîm Temo di derheqê rewşa Nivîskar Temo de agahî

Ji Malbata Selîm Temo di derheqê rewşa Nivîskar Temo de agahî

Selim-Temo-scaled-1-600x337

Nivîskar û akedemîsyenê Kurd yê naskirî Selîm Temo, di 19ê meha Sibatê li Almanya bi qirîzê dil re rûbirû mabû. Temo rakiribûn nexweşxaneyê û hatibû emeliyat kirin.

Malbata Selîm Temo di derbarê rewşa dawî de, li ser hesabê nivîskar Temo yê fermî ê X (Twitter) daxuyaniyakek belav kir.

Daxuyanî weha ye;

“Daxuyaniya jêrîn li ser navê malbata Selim Temo bi rêya hesabê X hate weşandin:

Ji bo dost û hevalan, Kekê me Selîm Temo 19ê Sibatê de, saet li dora 6ê sibê qeyrana dil derbas dike. Hevalên wî yên malava Hasan Sağlam û keça wî Berfîn bi seyarê wî radikin Nexweşxaneya Leverkusen Klinikumê. Li wir doktor wî hildidin ameliyatê û sê stend lê dixin. Li gor şîroveya pêşî rewş giran dixuye. Niha di bin muşehadeyê de ye û di pey re dê derxin serwîsê. Niha li ser hişê xwe ye. Ji malbatê û ji hevalan kes hene li dorê û alaqedar dibin. Dibe ku îro destûra dîtinê jî bidin. Doktorên nexweşxaneyê dibêjin ku pêla giran derbas kiriye û li bendê ne ku roj bi roj baştir bibe. Dibêjin ku mimkun e ku em nexweşî hefteyek deh roj bikin mêvan. Em wek malbata Selîm Temo spasiya hevalan, dostan û xemxwuran dikin. Silavên wî jî li we hene.

Roja we xweş be.”

YORUM YAP

Yorum yapabilmek için kuralları kabul etmelisiniz.
Yeni bir yorum göndermek için 60 saniye beklemelisiniz.

Henüz bu içeriğe yorum yapılmamış.
İlk yorum yapan olmak ister misiniz?