BIST 100
14.010,37 -0,14%
DOLAR
45,5971 0,04%
EURO
52,8576 -0,13%
GRAM ALTIN
6.569,06 0,00%
FAİZ
43,50 0,00%
GÜMÜŞ GRAM
110,15 1,96%
BITCOIN
77.214,00 0,33%
GBP/TRY
61,0555 -0,06%
EUR/USD
1,1585 -0,17%
BRENT
109,87 -1,27%
ÇEYREK ALTIN
10.740,41 0,00%
Diyarbakır Açık
Diyarbakır hava durumu
20 °
  • ANASAYFA
  • GÜNDEM
  • Mezlûm Ebdî li ser krîza Hesekê axivî: Lihevkirina li ser rakirina zimanê Kurdî piştrast kir!

Mezlûm Ebdî li ser krîza Hesekê axivî: Lihevkirina li ser rakirina zimanê Kurdî piştrast kir!

IMG_8998

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî, piştrast kir ku wan berê bi “Rejîma Demkî ya Sûriyeyê” re li ser rakirina zimanê Kurdî ya ji tabelaya “Qesra Dadê” ya li bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê li hev kiriye. Ebdî bang li wan Kurdistaniyan kir ku li dijî pêvajoya entegrasyonê û rakirina Kurdî ya ji ser tabeleyan derketibûn ku çalakiyên xwe rawestînin.

Mezlûm Ebdî, derbarê nerazîbûnên li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek da û perde ji ser lihevkirinan rakir ku heta niha dihatin veşartin. Ebdî bi eşkereyî ragihand ku sîstema danîna tabelayan a bi tenê Erebî li Hesekê, ji bo demeke diyarkirî ji aliyê wan ve hatibû pejirandin.

Li gel ku Ebdî berteka Kurdistaniyên bajarê Hesekê ya li dijî asîmîlasyonê wekî “mafdar û xurt” bi nav kir jî, wî bang li wan kir ku ji bo serkeftina hevdîtinên pêvajoyê entegrasyonê çalakiyên xwe rawestînin û bi aramî tevbigerin. Ebdî diyar kir ku wan ji nû ve soza vegerandina tabelayên duzimanî standiye ji bo bajarên wekî Kobanî, Qamişlo û Dêrikê, lê belê ev yek dê “di qonaxên pêş de” pêk were lê ji bo Hesekê li ser tabelaya bi tenê bi Erebî li hev kirine.

Hevpeyvîn: ANHA

YORUM YAP

Yorum yapabilmek için kuralları kabul etmelisiniz.
Yeni bir yorum göndermek için 60 saniye beklemelisiniz.

Henüz bu içeriğe yorum yapılmamış.
İlk yorum yapan olmak ister misiniz?