
Di dîraka Cîhanê da, desthilatdarîya, bi taybet desthilatdarîyên zordest, her tim astengî ji çapemenyê û medya yê ra derxistîne. Çapemenî û medya yên rexnegir ne xwastine, çapemenî û medya ji bo xurtkirin û domandina desthilatdarîya xwe bi kar anîne (înane). Ev heyameke Ajansa Rastî, ji ber belavkirina deng û behsên rast û weşangerîyeke li ser rastîya, li rastî astengîya tê û tê asteng kirin.
Ji mêj ve ez ji bo kovara di nivîsim. Piranî mijara nivîsên min ziman, çand û serpêhatîyên dîrokî ne. Çû cara bi nivîsên xwe ne ketime gorepanên sîyasî. Ji ber siyaseta layendarên navdewletî û rojhilata navîn, siyaseteke bi qirêje. Li rojhilata navîn hê jî siyaseta olperest û kevneperesta ye bi bandore. Sîyaseteke ne li ser heqîyê û rastîya ye, li ser berjewendî û xapandina ye. Sîyaseteke li ser maf xwarin û neheqîya ye. Her dem rojeva civakê di guherînin, çapemenî û medya ya rastiya di ragihînin hiş dikin û kare xwe di domînin. Xapandin tên kirin, maf tên xwarin.
Mixabin rastî her dem bi ser na keve. Rastî û rêxistinên dadmend gelek caran li rastî têkçûnên giran hatine. Di diroka Cîhanê da, gelek kesên rastgo û li pey rastî û heqîqeta, ketina ber azara, girtina û heta ser lê birîna. Gotineke mezina heye dibêjin; Heta rastî rast dibe serê xwedan tê diçe. Disa dibêjim; mixabin, piştî têkçûnên giran, azardana, girtina û heta ser lê birîna, heqiqet hatîye pejirandin û rastîya rastgoya hatîye qebûl kirin. Ez dikarim di van mijara da gelek mînaka bidim, lê na xwazim nivîsa xwe gelek dirêj bikim. Li hemû Cîhanê rastîyek û heqiqetek heye, kesek nikare rastîya veşêre. Dawîyê rastî wekî kulmeke (misteke) giran bi rûyê direwîn û neheqa dikeve.
Ji ber astengîyên li ajansa rastî tên kirin, min mijara nivîsa xwe ya vê carê kire desthilatdar û medya. Em ne ew kesin yên ji rastîya ditirsin. Me li her qada jîyanê rastî gotîye û em dê rastîyê bejin. Dibe sere mirov ji ber rastgotinê bikeve belaya, lê parastina rastîyê û rastgotin cihê şanazî û serbilindîyê ye. Mirovên bi rûmet rastîyê dibêjin û ji rastîyê na tirsin. Mezinên ne gotîye; “dîwarê qesra direwîna li ser cemedê (qeşayê) ye” dema cemad helya, qesra wan bi sere wan da xirab dibe. Lê mixabin berjewendî direwîna temendirêj dike û doma pergalên bê dad jî dirêj dike. Gotineke din ya mezina heye, dibêjin; Kesê guh li direwîna dibe rovîyê havîna. Me gelê Kurd heta niha gelek guhê xwe daye derewîna, loma em wekî rovîyê havîna rutin, bê serin, bê sermîyanin, bi war û bi welatê xwe bindestin.
Bê guman bi nivîsen xwe, em fikirî, nêrîn û ramanên xwe tînin ziman. Belkû gelek kes tênegehin, belkû ji alîyê gelek kesa ve neyên pejirandin. Ji ber her kesekê bîr û baweryek xwe heye, her kesek xwedan zanîn û têgihaneke cûda ye. Lê her kesekê mafê fikirî, nêrîn û ramanên xwe bi gotin, nivîsîn û parvekirinê heye, hewçeye herkesek rêzê li bigre. Rastî û heqîqet li her qada jiyanê heman tişte. Kesên xwe li ber rexneya ne girin, çu cara nabin kesên dadmend. Em dizanin, êrişên dujmin û dagirkera dê hebin. Lê êrişên kesên xwe tekoşerên azadîye bi nav dikin, cihê şik û gumanê ne.
Di vê doza aştî azadî, maf û heqa da, gelê me berdêlên giran dane. Ji ber van berdêlên giran em neçarin bibin dengê gelê xwe. Dema em gazindên gelê xwe tînin ziman û di nivîsin, mafê kesekê nîne êrişî me bike û ew êrişkar neçarin guhê xwe bidin rexne û gazinda. Eger guh nedin rexne û gazinda bi keyfa xwe ne, em ji ya xwe nayên xwarê û dê berdewam bin li ser gotina heqîqet û rastîya.
Piştî şerê cihanê ya yeke, ji ber xemsarîya rêberên wê demê û piştî wan, bi tekoşîna Partîya Karkerên Kurdistan, gelê Kurd sad sal bi bindestîyê û komkujîya derbas kir. Ji îro û pêda bi çi berdêla be nayê qebulkirin, sedsala li pêşîya gelê Kurd wekî sadsala burî bi bindestî û komkujîya derbas bibe. Di vê dan û standina maf û heqa da, kesek û çu rêxistin mafdar nînin fikirîn û ramanên xwe li ser gelê me ferz bike. Hewceye hêvî û daxwazên gelê me, armanc û qublegeha her tekoşer û siyasetmedarekî me be.
Armanca me ne ewe, em kêmasî û qebahetên çu kes û çu rêxistina raêxin ber çavên kesekê. Ji xwe kêmasî û qebahetên her kes û her rêxistinekê li ber çava ne û her kesek dizane. Hewce dike em bîr û bawerîyên xwe, bawerî û ( îdolojî) bîrdozîyên xwe danin alîyekê û li ser armanca xwe ya hevpar hevgirtî bin. Ez bawer dikim armanca her Kurdekê azadîya Kurd û Kurdistanê ye û mafê gele Kurde. Bi rûdanên dawîyê diyar dibe, layendarên navdewletî û herêmî na xwazin Kurd li ser welatê xwe bibin xwedan dewlet û desthilatdar. Rêxistinên li ser navê Kurda xwe berpisyar dibînin bi rûdanên dawîyê em dibinin ew jî ketine nava tevnê dagirkerên Kurdistanê. Rojavayê Kurdistanê radestî olperest û nijadperestên ereba kirin. Li bakur gele Kurd ji Kurdistaneke serbixwe bê hêvî dikin û dixwazin li rojhilat jî heman tiştê bikin.
Ew kesên qaşo li dijî layendarên (emperyalên) navdevletî û dagirkerên herêmî derdikevin, ew bi xwe ketine nava tevn û pergalên layendarên (emperyalên) navdevletî û dagirkerên herêmî. Entegrasyon di sedsala pêşîya me da, bê dewlet û bê sitatû hiştina gele Kurde, domandina helandinê, domandina têkbirina demografîyê û pûçkirina gele Kurde. Kijan kes û kîjan rêxistin li gel layendarên (emperyalên) navdevletî û dagirkerên herêmî li hev kiribe, bila bizanin ev li hev kirine, ne li hevkirina gele Kurd û layendarên (emperyalên) navdevletî û dagirkerên herêmî ye. Gele Kurd çu cara dev ji mafê serbixwebûna Kurd û kurdistanê bernade. Mirada her Kurdekê Kurdistaneke azad.


