BIST 100
14.321,19 1,53%
DOLAR
46,8505 -0,28%
EURO
53,6433 -0,10%
GRAM ALTIN
6.149,70 -1,22%
FAİZ
40,75 -0,54%
GÜMÜŞ GRAM
88,53 -2,16%
BITCOIN
63.864,00 -0,47%
GBP/TRY
62,7990 -0,31%
EUR/USD
1,1395 -0,18%
BRENT
78,38 3,12%
ÇEYREK ALTIN
10.055,15 -1,21%
Diyarbakır Açık
Diyarbakır hava durumu
28 °

Remazan Bakur: Ziman û Dayîk

IMG_8829

Ji despêka hebûna mirovahîyê, avabûn bi dayîkê dest pê kirîye. Ne tene ziman, mirovbûn bi dayîkê dibe. Parastin û perwerde bi dayîkê dest pê dike. Ji bo zarok û ferxên hemû candara cihê heri bi ewle hembêza dayîkê ye. Çima zimanê dyîkê, em ji ber çi dibêjin zimanê dayîkê. Em dikarîn bi du yateyên cûda şirove bikin. Ya yekê : zimanê dayîk pê di axivin. Ya dudoya bi wateya tirkî (ana dil) wateya wê bi tirkî; zimanê bingehîne. Yan jî dayîka gelek zimanên ji hev cûda. Çû cara bav û kalen me ne gotîne zimanê dayîkê. Her di nava me Kurda da bi tenê ziman û eziman hatîye gotin û bin av kirin.

Bi taybetî van salên dawîyê, di wêjeya Kurdî da û di çapemenîya Kurdî da, bi karê kesên di derbarê ziman da ne xwedan zanyarî, li ser ziman ne di serwext û ne şareza, zimanê Kurdî bi peyvên têgihana tirkî saz kirine û ziman bi wan peyva tejî kirine. Dema payvekê Kurdî ne zanî be. Şûna wê bi wateya tirkî peyv çêkirîne û hevok sazkirîne. Bi taybetî; Bi destpêka rojnameya Azadîya welat û bi destpêka televîzyonên Kurdî û medya ya dîjîtal û madya ya civakî. Ji ber nebûna pergal û rêxistineke sexbêr, cavdêrî û venêrînê, rojnameya Azadîya welat, televizyon û amûrên dîjîtal yên medya civakî, di nava gelê me da  zimanekî çêkirî û qelp peyda kirî ye û ev zimanê çêkirî û qelp ketîye zehrê nifşê me yê nû da.

Zimanê dayîkê, peyvek ji wan peyvên çêkirî ye  û gelek peyvên çêkirî yên wekî vê peyvê ketine di zimanê me da û cihgîr bûne. Belê em Kurd xwedanên pênc zaravayên cûda ne. Em dibêjin hewceye me dayîkek ya van pêc zarava  hebe, zimanêkî ji pênc zararva sûd wergire û em Kurd bibin xwedan zimanekî hevbeş. Ev mijareke cûda ye û her dem tînim ziman. Lê mijara min peyva zimanê dayîkê ye. Dibe em bi wateye zimanê dayîk pê di axivin bi nav biken û wisa şirove biken.

Zimanê zaroka û zimanê nifşê nû, bê guman ew zimane, yê dayîk pê di axive. Dayîk bi çi zimani biaxive zarok fêrî wi zimani dibe. Jîn û jîyan bi wi zimani di hişên zaroka da watedar dibe. Tora civaka wi, bi wi zimani di sere wi zaroki da cihgîr dibe, ferhenga wi zimani hişên wi zaroki dagir dike. Zanyarên perwerdê dibêjin; temenê fêrbûnû yê sereke, ji dayîkbûnê heta baliqbûnê ye. Ev temenê fêrbûna zaroka bi dayîkê ra ye. Di vi temeni da bandora herî mezin li ser zaroka, bandora dayîkê ye. Zarok ji nifşê bavê, bi peydabûna xwe perwerdekirî û parastî ye bi dayîkê ye. Nifşê nû şahkarê dayîka ye.

Zarok dema li wi temeni fêrî ziman dibin, fêrî qalik û qakila ziman dibin. Pêşîyên me gotîye; Yê li şîr girtî li şiwar dihêle. Ev gotina pêşîya gelek watedare. Bi kurtasî em dikarin bêjin, kesê dema zarokê şîrxwer fêrî tiştekê dibe, li warê şûnwar dihêle, ango bi mirinê dihêle. Ji ber wê fêrbûna bi temenê zarokatîyê endametî û tabaya netewatîyê diyar dike.  Ew zarok bi rihê xwe, bi hişmendîya xwe, bi heskirina xwe, ji di û derûnî dibin kesek ji civak û netewa xwe.

Dayîkên me, ji xeynî zimanê Kurdî zimanekî din ne di zanîn. Em bi zimanê xwe kirin endamên neteweya xwe. Dayîkên vê serdemê hemû tirkî dizanin.  Eger dayîk bi zimanê dagirkera bi zarokên xwe ra biaxive, ev dibe xwekuştin, mala xwe bi deste xwe xirabkirin. Zarok bi zimanê xelkê û dagirkera, xwe kesek ji civaka xwe hîs na ke. Bi hest û hîskirinê xwe dibe kesek ji civaka xwe biyanî, hestên netewatîyê li ba wan zaroka qels û lawaz dibe. Netewe bi kesên ji hest û hîskirina netewatyê lawaz û xelasbûy ava nabe.

Mixabin li bakurê Kurdistanê êdî ne tene li bajara, heta di gihe navçe û gunda, dayîk bi zimanê tirkî bi zarokên xwe ra di axivin, ev jê dibe nişana wê xeterîya metirsîdar. Ango heta nifşekî din zimanê Kurdî li bakurê Kurdistanê na mîne. ji navçûna ziman ji navçûna netewatîyê ye.

Ez ji bo zimanê me na bejim zimanê dayîkê, zimanê me zimanê Kurdî ye, ji ber zimanê her dayîkeke Kurd ne zimanê Kurdî ye. Zimanê nifşê me yê nû zimanê dayîka ye, lê mixabin dayîkên îro ne dayîkên bere ne, ji ber wê zimanê dayîkê Kurdî be, wê deme netewatî dê ava bibe, lê zimanê dayîkê ne Kurdî be netewatî wê ji nav here.

Hêvî dikim her dayîkeke Kurd bi zimanê Kurdi bi zarokên xwe ra biaxive, ev şîret bimîne di guhê her kesekê da û şîret li dayîkên Kurd werin kirin, da nifşê me yê nû bi esil û esaleta netewa xwe, bi tor û ferhenga netewa xwe serkeftin û pêşveçûna bi dest bêxe.

 

YORUM YAP

Yorum yapabilmek için kuralları kabul etmelisiniz.
Yeni bir yorum göndermek için 60 saniye beklemelisiniz.

Henüz bu içeriğe yorum yapılmamış.
İlk yorum yapan olmak ister misiniz?