
Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance roja Çarşemê bang li Komara Îslamî ya Îranê kir ku hişyarîyên Washingtonê yên li ser kiryareke leşkerî "cidî" bigire.
Ev axaftina Vance, rojekê piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di gotara xwe ya salane de helwesta xwe ya tund li dijî Komara Îslamî dubare kir, hat.
Vance di axaftina xwe ya di Fox News de got: "Serok hewl dide vê pirsgirêkê bi awayekî dîplomatîk çareser bike. Lê mafê wî heye ku kiryareke leşkerî jî bikar bîne."
Here weha Vance diyarkir: "Em nikarin destûrê bidin rejîma herî xirab a cîhanê ku çekên navokî bidest bixe."
Cîgirê Serok behsa bijareyên Trump ji bo nehêle ku Îran çekên navokî bidest bixe û got: "Serok çend bijareyên hene da ku piştrast bike Îran çekên navokî bidest nexe û nîşan daye ku ew amade ye ji wan sûdê werbigire, û ez hêvî dikim ku Îranî vê yekê cidî bigirin di danûstandinên sibê de, ji ber ku helbet serok dixwaze ku pirsgirêkê bi rêya dîplomatîk çareser bike."
Ev daxuyanî di demekê de tên ku Amerîka jidandina herî zêde li ser Komara Îslamî berdewam dike û îro sizayên nû li ser hejmareke kes û keştîyên girêdayî Îranê ferz kirin.
Şandên Amerîka û Îranê roja Pêncşemê li Cinêvê kom dibin ji bo gera sêyem a danûstandinan li ser bernameya navokî ya Tehranê.
Vance got: "Me gereke din a danûstandinên dîplomatîk ligel Îranîyan heye da ku bigihêjin rêkeftineke watedar."
/VOA (Dengê Amerika/

