
Masîreşkê Biçûk, li gel dayika xwe di nav sînorên teng ên çemekî de dijî. Masiyên din ên di wî çemê biçûk de jiyana xwe tenê bi xwarin û xewê derbas dikin û bawer dikin ku dinya bi tenê ji vê avê pêk tê ku tê de ne. Lê Masîreşkê Biçûk mîna wan naxwaze bijî; ew meraq dike ka li dawiya wî çemî çi heye, ango deryayeke mezin heye yan na. Tevî hemû zext û tirsên ji dayika xwe û masiyên cîran, ew biryarê dide û ber bi deryayê ve diçe.
Di vê rêwîtiya ber bi deryayê de, Masîreşkê Biçûk rastî gelek heywanên cuda tê ku her yek ji wan nîşanek e ji bo kesayetên di civakê de. Beqên pozbilind û kevjalên tirsonek hewl didin ku wê ji rêya wê vegerînin. Lê di wê rêyê de nasîna herî giring, nasîna gumgumokê ye. Gumgumok ji Masîreşk re dibêje ku ew ne tenê ye û kesên wekî wî zêde ne. Ew kêreke biçûk dide Masîreşk; ev kêr sembola ‘zanîn û hêza parastinê’ ye. Masîreşk bi wê kêrê hîn dibe ku li dijî neheqî û dijminan bêparastin nemîne.
Di dawiyê de, Masîreşkê Biçûk bi ser dikeve û digihêje deryayê, lê li wir rastî xetereya herî mezin, yanî masîxwer tê. Ew masîxwer; masiyekî biçûk û Masîreşkê Biçûk dadiqurtîne û dixe nav kîsikê qirika xwe. Li wir, masiyê biçûk ê din bitirs û girî daxwaza lêborînê ji masîxwer dike, lê Masîreşkê Biçûk teslîm nabe. Ew bi kêra xwe zikê masîxwer diçirîne û wî dikuje. Masiyê biçûk ê din rizgar dibe û xwe diavêje deryayê. Piştî vê rûdanê tu kes nizane ka çi tê serê Masîreşkê Biçûk; ew di nav ava kûr a deryayê de winda dibe.
Ev pirtûka fabilê ya bi navê “Masîreşkê Biçûk” ku navê wê yê orijînal a Farisî “Mali-ye Siyah-e Kuchulu” ye û cara yekem di 1967an de hatiye çapkirin, ne tenê li li Îranê, belkî li çar aliyê cîhanê; ev nêzî 60 sal in zarok bi vê pirtûkê çavên xwe li jiyanê vedikin.
Nivîskarê vê pirtûkê Samed Behrengiyê ku dixwest bi vê berhema xwe peyama felsefeya jiyan, mirin û azadiyê; “Mirin pir hêsan e, lê ya giring ew e jiyan çi bandorê li ser jiyana kesên din dike û azadî bê berdêl nabe û carinan ji bo rizgarkirina nifşên nû, divê mirov xwe feda bike” bide, ew jî mîna lehengê xwe “Masîreşkê Biçûk” derketibû rêwîtiyekê û ji bo azadiyê têdikoşiya. Aliyê trajîk ê wê rêwîtiya ew bû ku Behrengî dê di temenê xwe yê 29 salî de, di çemekî de, di çemê Arasê de bixeniqîya û jiyana xwe ji dest bida…
Samed Behrengî di sala 1939an de li taxa Çerendabê ya li başûrê Tebrîza kevn, di malbateke xizan de hatibû dinyayê. Bavê wî karkerekî demsalî bû ku tevî komeke karkeran berê xwe dabû Bakuyê û ji wir venegeriyabû. Samedê sêwî tevî du bira û sê xwişkên xwe di nava şert û mercên ên jiyanê yên dijwar de mezin dibe, li gel her tiştî piştî xwendina seretayî û navîn, li Dibistana Mamosteyan a Tewrêzê bawernameya mamostetiyê werdigire. Di 18 saliya xwe de jî dibe mamoste û heta dawiya jiyana xwe li gundên cuda yên parêzgeha “Azerbaycana Rojhilat” ders dide.
Behrengî dê piştre xwe wiha pênase bikra: “Ez wekî kuvarkan, bê dê û bav ji dayik nebûm, lê wekî kuvarkan mezin bûm; lê wekî kuvarkan dawiya min zû nehat. Li ku derê hêwiyek (nem) hebûya ez dikişandim ser xwe; kesek nebû ku min av bide. Ez mezin bûm... wekî dara şîlanê xwar û hûr û bi ava kêm bûm mamosteyê gundên Azerbaycanê. Bavê min digot: Heke Îranê di navbera Îraniyan de par bikin, ji vê zêdetir dê para te nakeve.”
Ew ne tenê mamosteyekî ji rêzê bû, her wiha idealistek têr û tijî bû jî. Wî pirtûkên dersê rexne dikirin ku ji bo jiyana bajêr hatine nivîsandin û tu têkiliya wan bi jiyana gundan re tune ye. Her wiha hewl dida dê û bavên zarokan razî bike ku li şûna karkirina li zeviyan, zarokan bişînin dibistanê. Piştî gelek gilî û raporên îstixbarata rejîma Şah -di her fersendî de rexne li pergala perwerdehiyê dikir-, di sala 1962yan de erka mamostetiya lîseyê jê standin û ew şandin dibistana seretayî. Jixwe piştî du salan, di sala 1964an de, ji ber çapkirina pirtûka “Pare Pare”, ji aliyê dadgeha artêşê ve hat darizandin û 6 mehan ji kar hat dûrxistin.
Nivîskariya wî bi şêwazê henek û rexneyê dest pê kiribû û yekem çîroka xwe di 21 saliya xwe de, bi navê “Adet” nivîsî. Piştre çîrokên mîna “Telxûn” û “Bênav”ê derçûn. Pirtûkên wî, bi taybetî “Masîreşkê Biçûk” û “Ûldûz û Qijak", di nav tevgerên şoreşger ên di wê de me de pir navdar û belav bûn. Lewra wî pêşniyara hevkariya bi desthilatdariya zordest a Şah re red dikir û nedixwest rûpelên pêşîn ên pirtûka xwe ji Şah re veqetîne.
Samed Behrengî di 29 saliya xwe de -hê jî hûrgiliyên wê di tariyê de ne û tam nayê zanîn- di çemê Erezê (Aras) de xeniqî. Birayê wî dê piştre wiha bigota: “Piştî du rojan me cesedê wî dît. Tenê du-sê birîn li ser ran û lingên wî hebûn.” Gelek ronakbîr û tevgerên şoreşger ên wê demê SAVAKê (Teşkîlata Sîxuriyê ya Şah) bi kuştina Behrengî tawanbar kirin.
Bêguman Behrengî dê ne tenê berhemên xwe li pey bihiştana, her wiha li tevahiya Îranê ku parçeyê Kurdistanê yê Rojhilat jî dixe nava xwe, bibûya stûnê herî giring ê ekola mamosteyên îdealîst. Gelek mamoste, ne tenê di dema desthilatdariya Şah de, her wiha di dema Komara Îslamî ya Xumeynî de jî dê berê xwe bidana şopa Behrengî. Yek ji van mamosteyan Ferzend Kemanger bû ku ne tenê şêwazê mamostatiya wî û ya Behrengî dê bişibiya hev û her wiha dê çarenûsa wan jî weke hev bihata neqişkirin.
Nivîskar, çalakvan û mamosteyê Kurdistanê…
Ferzad Kemanger li bajarê Kamyaranê yê bi ser Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, ji dayik bû. Ew li ser axeke weha mezin bû ku bi sîstematîkî rastî cudakarî û asîmîlasyona çandî û neteweyî dihat. Ev rewş bû sedem ku Ferzad hîna di zarokatiya xwe de bibe xwedî hesteke bilind a mirovdostî û neteweyî. Wî xwendina xwe li Kurdistanê qedand û piştî wergirtina dîplomaya xwe, wekî mamosteyê perwerdehiyê dest bi xizmetê kir.
Ferzad Kemanger mamosteyekî serkeftî bû ku 12 salan di dibistanên Kamyaranê de, bi taybetî di “Huneristana Kar û Daniş” de, ders dida zarokan. Lê pîşeyê wî tenê bi dersdayînê sînordar nema; wî mamostetî wekî berpirsiyariyeke civakî didît û şagirtên xwe ne tenê fêrî zimanê Farisî dikir, her wiha dersa ziman û wêjaya Kurdî jî dida wan.
Ew endamê Desteya Birêveber a Sindoqa Mamosteyan a Kamyaranê (Şaxê Kurdistanê), endamê Civata Nivîskaran a mehenameya çandî-perwerdehî ya “Royan” û endamê Komeleya Jîngehparêziyê ya Kamyaranê bû. Her weha bi nasnavê “Siyamend” li gelek kovaran, li ser mafên mirovan, mafên jinan û jîngehparêziyê nivîsên bi bandor dinivîsand.
Di sala 2006an de, dema ku ji bo dermankirina nexweşiya giran a birayê xwe çû Tehranê, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên rejîma Îranê ve hat girtin. Ferzad piştî girtinê sewqî zindanên Sine, Kirmaşan û girtîgeha Evînê ya Tehranê hat kirin. Ew nêzîkî 33 mehan di girtîgehê de ma, ku 16 mehan di hucreyên yekkesî de di bin îşkenceyên laşî û derûnî de derbas kir. Rejîmê tawanbariyên wekî “endamtiya PKK/PJAKê” û “beşdarbûna êrişên bombeyî” lê kirin, lê wî ev tohmet her tim red kirin û got; ew tenê çalakvanekî sivîl û mamosteyekî gel e.
Pêvajoya dadgehkirina Ferzad Kemanger mînaka bêedelatiya sîstema Îranê bû. Di meha Hezîrana 2007an de, di rûniştineke dadgehê de ku tenê 7 deqîqeyan dewam kir, bêyî hebûna şahidan û bêyî ku parêzerê wî bikaribe parastineke rast bike, bi tohmeta “Şerê li dijî Xwedê” cezayê sêdareyê lê hat birîn. Tevî hemû bangên navneteweyî, nerazîbûnên rêxistinên mafên mirovan ên mîna UNESCO û Yekîtiya Ewropayê, rejîma Îranê biryara xwe ya hovane neguherand.
Sibeha roja yekşemê, 9ê Gulana 2010an, Ferzad Kemanger li gel çar hevalên xwe yên zindaniyên siyasî; Elî Heyderyan, Ferhad Wekîlî, Şîrîn Elem-Hûlî û Mehdî Îslamiyan di girtîgeha Evînê de hat bidarvekirin. Piştî bidarvekirinê, cenazeyê wî radestî malbata wî nehat kirin û li cihekî nenas hate veşartin. Heya roja îro jî cihê gora wî ne diyar e..
Ferzad Kemanger bi nameyên xwe yên ji zindanê û bi wêrekiya xwe ya li ber biryara bidarvekirinê, di dilê gelê Kurd û hemû azadîxwazan de bû navekî nemir. Di name, peyam û helbestên xwe de behsa azadiyê, zordestiyê, xwezaya Kurdistanê û şagirtên xwe yên zarok dikir. Navê yek ji wan zarokan jî Leyla bû ku di dema dersên wî de, her tim destê xwe dixist bin serê xwe û di nava bêdengiyê de dima û bala wî dikşand. Mamoste Kemanger jê dipirsî; “Tu li ser çi dihizirî?”, Leylayê jî weha bersiv dida; “Li xeyalên xwe difikrim.”
Lewra Kemanger berî biçe sêdarê, di namayeke xwe de dê weha bigota ku ji gelê Kurd wekî mîratayek bimîne; “Ji bîr nekin, xeyaleke Leyla heye”…
Herî dawî jî ev rêzikên jêr dê ji şagirtên xwe re bihişta:
“Zarokno silav,
Min bêriya we hemûyan kiriye. Li vir şev û roj bi bîranînên we re helbesta jiyanê dihûnim. Her roj li şûna we, ji rojê re dibêjim ‘rojbaş’. Li pişt van dîwarên bilind, bi we re ji xew radibim, bi we re dikenim û bi we re radizêm.
Carinan ‘tiştekî wekî diltengiyê’ hemû canê min digire. Ax, xwezî wekî caran, piştî gera ku me navê wê kiribû ‘gera zanistî’, dema ku em ji hemû qerebalix û xirecirê diwestiyan, me toza westanê û xwêdana xwe bi çûna ser kaniya zelal a gund ji bîr dikir. Xwezî wekî caran me guh bida ‘dengê piyê avê’ û me laşê xwe bi nazdariya kulîlk û giyayan şil bikira.
Çunkî gava bavekî nanek nîne ku deyîne ser sifreyê, êdî çi diguherê ku Pî (π) sê nuqte çardeh be, yan sed nuqte çardeh be? Me dersa ‘zanistan’ bi hemû guhertinên kîmyewî û fîzîkî yên cîhanê dida aliyekî û bi hêviya guhertineke ji rêgeza ‘evîn û mûcîzeyê’… Em li benda guhertinekê bûn ku di cejna Newrozê de cotek pêlavên nû, kincên bedew û sifreyeke tije şîrînahî ji bo me hemûyan bîne.
Ax, xwezî dîsa bi dizî û nihênî, dûrî çavên çavdêrên tûj ên dibistanê, me elfabeya kurdî bixwenda û me bi zimanê dayikê ji hev re helbest û stran bigotana û paşê me destê xwe bixista nav destê hev û me bi hev re govend bigeranda… Ez we dispêrim destê ba û rojê, heta sibeyeke ne pir dûr, dersa evîn û pakiyê ji bo welatê me hîn bibin.”


