BIST 100
14.539,61 -1,29%
DOLAR
46,4761 0,00%
EURO
52,9043 -0,02%
GRAM ALTIN
6.117,81 -0,41%
FAİZ
41,13 0,00%
GÜMÜŞ GRAM
91,77 -0,28%
BITCOIN
62.721,00 0,52%
GBP/TRY
61,3875 -0,04%
EUR/USD
1,1379 -0,03%
BRENT
77,08 -1,05%
ÇEYREK ALTIN
10.003,22 -0,40%
Diyarbakır Az Bulutlu
Diyarbakır hava durumu
22 °

Remezan Bakur: Zimanê Hevbeş

IMG_8829

Zimanê hevbeş ew zimane, zimanê hemû endamên neteweyekê têbigehin. Em netewa Kurd xwedanên zimanekî bi pênç zarava ye ne. Zaravayê Kirmancî, Zazakî (Kirmanckî) Soranî ( yanjî Goranî) Lekî ( yan jî hewramî ) Lorî ( yan jî Kelhorî). Ji bilî zaravaya çendî devok. Mixabim gelê Kurd ji ber van zaravayên cûda û pirbûna devokên herêmî, axaftina hevdû tênagehin. Ji ber wê em wekî nan û avê hewceyî  zimanekî hevbeşin.

Bê guman dema em behsa zimanekî hevbeş dikin, em na bejin em dê dev ji zarava û devakên xwe berdin. Zarava û devokên me dewlemendîya zimanê me ye. Her zaravayekî me bi hembêzkirina peyvên Kurdî dewlemendîya zimanê me di parêze. Ji ber hindek peyv di hemû zaravayên me da nayên bi kar anîn. Peyvên di hindek zaravaya da heyî di zaravayêb din da nînin. Bi taybet di karen hûnerî da rewşa zimanê me ya bedew derdikeve holê. Miqam û newayên ji herêma Şarezûr, Baban, Erdelan, Hewraman, Behdinan, Serhed heta di gihe herêma Dêrsim, Koçgirî, Semsûr û Meraşê  her yek ji ya din  bi bandortir hestên cûda li mirov peyda dikin. Ziman bi van herêm û zaravaya, rengînîyeke bê hempa têxe çanda me.

Lê mixabin ji bo têgihanê astengîyê çêdike. Dema gele me ne xwedanê zimanekî hevbeş be, wê deme na be xwedanên hişmendî û hesasîyeteke netewayî. Ji bo têgihana hişmendî û hesasîyeta netewatîyê, têgihan wekî kilîlekê ye. Ji ber wê em hewceyî zimanekî hevbeşin. Ji bilî van astengîyên têgihanê astengîyeke din heye, ew ji hemû astengîya mezintire. Bi karanîna alfabeya latî nî û aramî welatê me kirîye du parçe. Rojava,Başur û rojhilat alfabeya aramî bi ker tînin û bakur alfabeya latînî bi kar tînin. Tişteke din heye gelek girînge. Di warê nivîsandinê da rewşenbîrên me li her herêmekê ji bilî alfabeyên cûda, ji bilî ziravayên cûda, bi devokên herêmî jî  di nivîsin. Minak li rojhilat, li bajarê Mihabadê bi zaravayê soranî devoka mikrîyanî di nivîsin, li herêma Hewraman bi zaravayê lekî devoka hewramî di nivîsin. Li bakur bi devoka Botan, Serhed û Mêrdînê di nivîsin.

Hewce na ke em herêma û devaka yek bi yek bejin. Ev çend minakên me li jor day têra têgihana zehmetîya zarava û devoka dikin. Em dikarin bejin zimanê Kurdî pênc zarokên sêwî (bê dayîk) in. Dema em dibêjin zimanê hevbeş, em dibêjin zimanekî hemû zaravaya di hûdirê xwe da bihewîne. Ji ber em na xwazin zaravayên xwe ji dest biden, ji xwe çû hêz nikarin zaravayên me ji holê rakin. Zaravayên me bi hezaran sala ye hene û dê hebin. Mînak pîrekî ji pîrên helbesta Kurdî Babetahir Hemedanî ( Uryanî ) berî hezar sala bi zaravayê lekî devoka hewramî helbestên xwe nivîsîne. Melayê bateyî bi zaravayê kirmancî devoka Hekarîyê nivîsıne.

Mixabin dema li başûrê Kurdistanê pêşangehên pirtûka tên çêkirin weşanger û rewşenbîrên bakurê Kurdistanê beşdar nabin. Ji ber alfabe û zaravayên cûda pirtûkên bi zaravayê Kirmancî û alfabeya latînî hatîn çepkirin nakirin û na xwînin. Di heman rewşê da dem ali bakurê Kurdistanê pêşangehên pirtûka tên çêkirin ji weşanger û rewşenbîrên Rojava, başûr û rojhilat beşdar nabin, ji ber li bakurê Kurdistanê pirtûkên zaravayên wan û bi tîpên aramî  hatin nivîsandin û çapkirin nayê kirin û xwendin. Minak; van roja li bajarê Hewlêrê pêşangeha pirtûkan hatîye çêkirin û ji bakurê Kudaistanê yek weşamger û yek rewşenbîr beşdar nebûye.

Wekî nîvêsên min yên demên burî da min behs kirî, disa dubare dikim. Min hêvî dikir wezareta perwerdê ya hûkûmeta başûrê Kurdistan karekî wekî em behs dikin ( zimanê hevbeş ) bikin. Lê mixabin çu eleqeya wan bi van karan nîne. Çima min ji wan hêvî dikir.  Ji ber li piranîya welatên cihanê sazîya dîrok û ziman heye. Sazîyên ziman û dîrokê bi komîteyên şareza û zanyara û bi piştirîya dewlet û hûkûmeta dikin, ev kar bi hewl û bizavên takekesî na gehine encamekê û serkeftinê bi dest naxînin. Mixabin li başûrê Kurdistan her çend hûkûmetek hebe jî li alîyê behdînan perwerde bi zaravayê Kirmancî bi tîpên aramî tê kirin. Li herêma bajarê Slêmanî yê bi zaravayê soranî û alfabeya aramî tê kirin.

Ez her dem ji xwe dipirsim çawa di zimanekê da ji bo heman ziman wergêra pirtûkan tê kirin. Ez bawer nakim  xeynî ji me gele Kurd, li nava gelên Cîhanê tişteke weha hebe. Mixabin di nava gele me da wergêra pirtûka ji zaravayê soranî ji bo zaravayê Kirmancî tên kirin. Ji ber wê nivîskar û rewşenbîrên Cîhanê ji me dimînin ecêpmayî. Dema wergêr tê kirin, wateya wê, zimanên ji hev cûda ne. Lê belê em ne xwedan zimanên cûda ne, em xwedanên zaravayên cûda ne.

Dema min ji bo nivîsîna pirtûken xwe lêkolîn û dûçûn  dikir. Ez li temamê başûrê Kurdistanê û rojhilatê Kurdistanê geryam û min gelek serpêhatîyên zaravayên Kurdî hene. Li rojhilatê Kurdistanê li navçeya Hewraman mamostayekê gote min, du birader ji bajarê Amedê hatibûne navçeya  Hewraman. Du roja mane li navçeye Hewraman, me du peyv ji hev du fehim ne kirin. Dema ez li başûrê Kurdistanê çûyîme bajarê Slêmanî yê, ez li rastî xortekî xelkê Şengalê û xortekî xelkê Qamişlo hatim.  Dema em bi zaravayê kirmancî axivîn, min dît ka çend keyfa wan hat û xwe çend nêzî min hîs kirin. Ji ber wê ez dibêjim zimanê hevbeş û têgihan di netewebûnê da rola kilîlê di leyîze.

Dîsa ez dibêjim stûna netewatîyê zimane û hewce dike ziman zimanekî hevbeş be. Lê mixabin me sazîyên vi kari bikin nînin. Hêvî dikim li paşerojê em bibin xwedanên wan sazîyên ez behs dikim.

YORUM YAP

Yorum yapabilmek için kuralları kabul etmelisiniz.
Yeni bir yorum göndermek için 60 saniye beklemelisiniz.

Henüz bu içeriğe yorum yapılmamış.
İlk yorum yapan olmak ister misiniz?